304 roj in di rojiya mirinê de ye: Ji bo jiyanê li ber xwe dide 2020-04-16 09:23:49 STENBOL - Endama Koma Yorûmê Seher Adiguzel, anî ziman ku rewşa hevalê wan Îbrahîm Gokçekê 304 roj in di rojiya mirinê de ye xirab dibe û got, ji bo bijî li ber xwe dide.  Endamên Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek, ji bo qedexeya li ser konserên wan rabe û ji bo endamên komê yên bi lîsteya sor li wan tê gerîn ji lîsteya sor bên derxistin, ji bo polîs bes bavêjin ser Navenda Çandê ya Îdîlê, ji bo endamên wan ên girtî bên berdan û ji bo dozên der barê wan de bên betalkirin li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û piştî hatibûn berdan çalakiya xwe veguherandinbûn rojiya mirinê. Hêlîn Bolek, di roja 288'an a rojiya mirinê de yanî di 3'yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Niha jî Îbrahîm Gokçek di roja 304'an a rojiya mirinê de ye.    Endama Koma Yorûmê Seher Adiguzel, anî ziman ku her diçe rewşa Îbrahîm Gokçek xirabtir dibe.    Adiguzell, destnîşan kir ku hê jî daxwazên wan ên rewa nehatine qebûlkirin û got, Hêlîn Bolek ji bo van daxwazan jiyana xwe ji desst daye û Gokçek jî ji ber vê pir hêrs bûye. Adiguzel, diyar kir ku daxwazên wan daxwazine ku dikarin bi hêsanî pêk bên û got: "Lê belê KP an jî Wezareta Karên Navxweyî van daxwazan qebûl nake, komkujiyê qebûl dike. Helbet kekê Îbrahîm ji ber hevala xwe ya li odeya kêleka wî li ber xwe dida jiyana xwe ji dest da xemgîn bû û hêrs bû. Ev yek ew pir westand."    BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESΠ   Adiguzel, destnîşan kir ku ji bo gokçek bijî berpirsiyarî dikeve se rmilê her kesî. Adiguzel, anî ziman ku her diçe ev berpirsiyarî zêdetir dibe û got, divê her kes zorê bi Wezareta Dadê. Adiguzel,  bersiva da gotinên Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengîn ku piştî mirina Hêlîn Bolekê gotibû: "Ma hûn nabînin di wê konerê de propagandaya terorê dike."    Adiguzel, diyar kir ku ev gotin "tengavbna îqtidarê nîşan dide" û got: "A rast îqtidara ku nedixwest Koma Yorûm bibe îqtidar niha mecbûr dimîne bike rojev. Wezîrê Karên Navxweyî Soylû jî ji me re dibêje dibêje, 'dehbe'. Çimkî cenazeyê Hêlînê revandin. Nehiştin em merasîma dînî li dar bixin. Cenazeyê me di wesayîteke seyar de, bi aveke cemidî dan şûştin."    Adiguzel, destnîşan kir ku îqtidarê nehiştiye wesiyeta dawî ya Bolekê jî pêk bê û got: "Wesiyeta dawî ya Hêlînê ew bû ku gotibû 'Gava şehîd bibim min deynin ortê û ji bo min govendê bigerînin. Lê nehiştin û me nikaribû wesiyeta Hêlînê bi cih bîne."