Dayika Sebahat Tûncelê: Zarokên min dişînin mirinê 2020-04-16 09:21:01 AMED - Meryem Tûncel, dayika Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel, got: "Zarokên min di nav çar dîwaran de bêçare hatine hiştin, ber bi mirinê ve tên şandin."  Qanûna înfazê ya nû hat qebûlkirin û piştî hat qebûlkirin girtiyên edlî hêdî hêdî tên berdan. Lê belê ji ber ku girtiyên siyasî, akademîsyen, hiqûqnas û rjnamevan daxilî nav vê qanûnê nehatine kirin bertek û nerazîbûnên ji bo vê qanûnê jî didomin. Meryem Tûncel ku keça wê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ji 26'ê Mijdara 2016'an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de ye û kurê wê Erdal Tûncel jî 8 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de ye, got: "Zarokên min ber bi mirinê ve tên şandin."    ‘DIVÊ HELWESTA HIKÛMETÊ BÊ TEŞHÎRKIRIN'    Dayik Tûncel xwest civak hemû xwedî li girtiyên siyasî derkeve û got: "Divê ev helwesta hikûmetê bê teşhîrkirin. Divê kesên hikûmet wan naxwaze bên cem hev du û li dijî polîtîkayên hikûmetê derkevin. Ji ber Covîd-19'yê fikarên me zêde bûne. Zarokên min di nav çar dîwaran de bêçare hatine hiştin, ber bi mirinê ve tên şandin. Ev yek min ditirsîne."    'EM TÊN TECRÎDKIRIN'   Dayik Tûncel, bilêv kir ku dewlet bi hezaran girtiyî ber bi mirinê ve dişîne û got keça wê di telefonê de jê re gotiye: "Em tên etcrîdkirin." Dayik Tûncel, got: "Sebahatê anî ziman ku ji ber vîrûsê fikarên wan çê bûne. Em jî nerihet in. Hikûmet bi çavê dijmina li muxalifan mêze dike û êrîş dike. Hiqûqa pêk tê hiqûqa dijminatiyê ye."    Bav Fahrettîn Tûncel (66) jî anî ziman ku qanûna ji bo girtiyên edlî derbasdar e, qanûneke efûyê ya taybet e û got, îqtidarê bi vî awayî alîgirên xwe efû kirine. Her wiha bav Tûncel bal kişand ser berdana Ahmet Tûran Kiliçê ku bersûcekî Komkujiya Sêwazê bû jî û got: "Kesên mirov şewitandin efû kirin. Bi vê biryarê wijdanê mirovan êşandin. Bi qanûna niha jî alîgirên xwe efû dikin. Ev polîtîkaya Mûawiye ye. AKP karê xwe dike. Divê gel jî karê xwe bike û ji bo girtiyên siyasî bêdeng nemîne." bulundu.   MA / Arjîn Dîlek Oncel