Ji bo nexweşa Çolyakê bê berdan daxwazname dan dadgehê 2020-04-16 09:15:26 EDENE - Parêzer Şîar Rişvanoglu, ji bo nexweşa Çolyakê Merve Aydogan ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê girtî ye serbest bê berdan serî li Dadgeha Înfazê ya Qeyseriyê da.  Malbata Aydogan ji bo nexweşa Çolyakê Merve Aydogan a li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qeyseriyê girtî ye, serbest bê berdan; bi rêya parêzerê xwe Şîar Rişvanoglu, serî li Dadgeha Înfazê ya Qeyseriyê da. Merve Aydogan, rojên borî agahî dabû malbata xwe û diyar kiribû ku li gel wê 4 kes ji 3'ê Nîsanê heta niha nîşanê vîrûsê li wan xuya dibin û lê rayedarên girtîgehê wan sewqî nexweşxaneyê nakin. Parêzerê Malbatê Şiar Rişvanoglu, ji bo înfaza Aydogan bê taloqkirin, serî li Dadgeha Înfazê ya Qeyseriyê da.    Parêzer Rişvanoglu, anî ziman ku muwekila wî Aydogan nexweşa Çolyakê ye û nexweşiyên wê çerm ên cîddî hene. Parêzer Rişvanoglu, da zanîn ku di muwekîla wî û hevalên wê yên qawîşê de nîşanên vîrûsa corana peyda bûne û wiha got: "Ew sewqî nexweşxaneyê kirine, lê tedawiya tê xwestin nekirine. Hem muwekila min Aydogan û hem jî hevala wê ya qawîşê Rojda Tokcu zêdeyî hefteyekê ye roniya çavê wan kêm bûye û nabînin. Girtî diyar dikin ku 3 girtî bi vîrûsa corona ketine. Lê ji ber ku test nehatine kirin, nehatiye tespîtkirin. Muwekîla min 5 rojan dereng ji aliyê bijîşkê reevîrê ve hatiye muayinekirin. Ev muayene jî seranser hatiye kirin. Hêj pirsgirêka çavê wê ya dîtinê didome. Serap a ku di asta midûr de peyvirdar e û em paşnavê wê nizanin, jê re gotiye 'Tu rolan dike. Tu ne nexweş e' û qerfên xwe pê kiriye. Ji ber nîşaneyên şewbê û nexweşiyên kronîk muvekkila min di bin rîskek mezin de dijî. Divê înfaza wê bê taloqkirin."    MA / Hamdullah Kesen