Cenazeyê Hebûn Kardaş ê HPG’yî rakirin nexweşxaneyê 2020-04-15 20:08:57   AMED - Cenazeyê Hebûn Kardaş ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya Licê de jiyana xwe ji dest dayî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.   Duh li herêma Licê ya Amedê esker çûbûn operasyonê û hê jî operasyon li herêmek dorfireh didome. Hat hînbûn ku di operasyonê de şer qewimiye û di şer de Hebûn Kardaş ê HPG’yî jiyana xwe ji dest daye.    Her wiha malbata Kardaş ji derdorê hînbûye ku cenaze rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Malbata Kardaş îro çû morga nexweşxaneyê ji bo aqûbeta cenazeyê lawê xwe. Peywîrdarên morgê ji malbatê re dibêjin heta ku dozger cenazeyî nebîne, ew nikarin nîşan bidin. Ji xeynî vê peywîrdarên morgê ji malbatê re dibêjin, ji bo vîrûsa coronayê cenaze hatiye testkirin û heya encama testê kifş nebe, dozger nayê ser cenaze. Pişt re bi rêya pêywîrdarên morgê rayedarên Qerekola Cendermeyan a Sûrê jî ji malbatê re dibêje ‘dema dozger bê ser cenaze em ê haya we pê bixin da ku ji bo DNA’yê xwînê bidin.'    Lê ji malbatê re nehatiye gotin ku dê kengî wan agahdar bikin û malbat bêyî ku cenaze wergire vedigere malê.