Gokçekê di rojiya mirinê de: Ji destê kî çi tê divê bike 2020-04-15 16:26:15   STENBOL – Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek ku 303 roj in di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir û ev tişt got: “Em ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Ji destê kî çi tê divê bike.”   Endamê Grûp Yorûmê Îbrahîm Gokçek, 303 roj in bi daxwaza rakirina qedexeyên qonserên wan, bidawîkirina binçavkirin û girtinên bi kêfê, rakirina bultenên lêgerînê yên derbarê endamên wan de û berdana endamên wan ên girtî di rojiya mirinê de ye. Gokçek, li ser medya civakî bang li raya giştî kir û ev tişt got: “Merheba ji we hemûyan re. Em ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Ji bilî berxwedanê rêyeke me ya din tuneye. Armanca me azadkirina klamên me ye. Ji destê kî çi tê divê bike.”