Li 227 niştewaran karantîna tê sepandin 2020-04-15 16:24:02   ENQERE - Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku ji ber vîrûsa koronayê 227 niştewarên 58 bajaran di karantînayê de ne.   Wezareta Karên Navxweyî ragihand, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ji saet 15.00’an şûn ve li 227 niştewarên 58 bajaran karantîna heye, karantînaya 41 niştewarên 14 bajaran jî hat rakirin. Li gorî daxuyaniya Wezaretê ji ber şewba koronayê li Tirkiyê di çarçoveya têkoşîna ku tê dayîn da Desteyên Hifzisihhayê yên bajêr û navçeyan ji bo karantînaya ser cih û waran ango gundan û taxan biryarê didin û ev biryar tên sepandin.   Di vê çarçoveyê da îro ji saet 15.00’an şûn ve li 58 bajaran 3 navçe bi temamî, navenda 2 navçeyan, 6 bajarok, 85 tax, 115 gund û 16 mezra, bi temamî li 227 cih û warên ku nifûsa wan 251 hezar û 726 e, karantîna heye.