SÎHA Mexmûr bombe kir: 3 jinan jiyana xweji dest dan 2020-04-15 15:21:45     MEXMÛR - Balafirên keşfê yên bi Çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê saet di 13:10’ê de Wargeha Mexmûrê bombe kir. Di êrîşê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan.      Balafirên Keşfê yên bi Çek (SÎHA) ên Tirkiyeyê saet nêzî 13:10’'an de Wargeha Mexmûrê bombe kir. Di êrîşê de şivanên ku li tenişta Mexmûrê pezên xwe biçêrînin kirin hedef. Di êrîşê de 2 jin dema ji bêriyê dihatin  li cihê bûyerê û jina din jî giran birîndar gihandin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de bi giştî 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên hatin girtin balafirên şer ên Tirkiyeyê carekî din jî heman herêm bombe kiribûn û welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, 2 rojin tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê heye.  Şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk tê, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê şandeyê têkildarî şehadet û birîndarkirina sivîlan girtename nivîsandin.   Endamên şandeyê piştî ku serdana birîndaran jî kirin, bêyî ku daxuyaniyek bidin, ji wargehê derketin. Hêjayî bibîrxistinê ye 19’ê Tîrmeha 2019’an di saet 00:10’an jî bombe li heman herêmê hatibû barandin du sivîl di bomberdûmanê de birîndar bûbûn.   BERÊ JÎ BOMBE KIRIBÛN   13’ê Kanûna 2018’an balafiran bombe li Penaberên Mexmûrê barandibûn û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dabûn.   6’ê Kanûna 2017’an jî balafiran li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên XweParastinê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar jiyana xwe ji dest dabûn.