Li Farqînê 8 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin 2020-04-15 12:43:19   AMED - Li Navçeya Farqînê ya Amedê 8 xizmetkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê bi şewba vîrûsa corona ketin.    Li Nexweşxaneya Dewletêya Farqînê ya Amedê 8 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin. Duh piştî testa Covid-19 a xizmetkaran hat kirin. Di testa 8 xizmetkarên tenduristiyê de vîrus pozitif derket. Li Bajêr heta niha 26 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê ketine û tedawiya wan li serwîsa beşa venertina zêde didome. Talûkeya jiyanê ya xizmetkarekî didome.