Daxwaza girtiyan a testê li ber çavan nayê girtin 2020-04-15 12:37:35   STENBOL - Malbatên girtiyan diyar kirin ku daxwazên gritiyan ên ji bo testa vîrûsê li ber çavan nayê girtin. Malbatan anîn ziman ku li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvrî hin girtiyan ji ber nîşaneyên Covid-19 li ser wan pêş ketiye xwestine ku testa şewbê bê kirin, lê ev daxwaza wan li ber çavan nehatiye girtin."   Girtî ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) di bin rîskek zêde de ne. Li gel ku çend girtî bi nexweşiyê ketin û girtiyan li girtîgehê ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan jî daxwazên girtî û malbatan li ber çavan nayê girtin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku daxwazên gritiyan ên ji bo testa vîrûsê li ber çavan nayê girtin. Malbatan anîn ziman ku li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvrî hin girtiyan ji ber nîşaneyên Covid-19 li ser wan pêş ketiye xwestine ku testa şewbê bê kirin, lê ev daxwaza wan li ber çavan nehatiye girtin. Hevjîna Onay Yoruklu yê li Girtigeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrî girtî ye, Yildiz Yoruklu diyar kir ku hevjînê wê Onay di telefonê de agahî daye ku daxwazên wan ên testê li ber çavan nayê girtin. Yoruklu, anî ziman ku her diçe şertên girtiyan bêtir xerab dibe û tedbîr nayên girtin û wiha got: "Bi wan re kuxik heye. Germa laşê wan zêde dibe. Dixwazin bên testkirin. Lê ev daxwaza wan pêk nayê."    AV QUT BÛYE: BÊ NAVBER DESTÊN XWE BIŞON     Yoruklu anî ziman ku hevjînê wê diyar kiriye ku bê navber ava qawîşan qut dibe û li gel bertekan pirsgirêka avê nayê çareserkirin û wiha got: "Gerdiyan diçin û gerfên xwe bi wan dikin. Dibêjin 'Bê navber destê xwe bişon'  Wezîrê Dadê hevdîtin li me qedexe kir. Lê dibêje heqê telefonê yê 10 deqîqeyan derxistine du qatan. Lê mixabin girtîgeh vî mafî hefteyê carekê 20 deqîqeyan li ser hev dide wan. Her çend ji bo vê yekê îtîraz kirin jî rayedaran gotine 'Hez dikin derkevin telefonê û hez dikin dernekevin' û bêminet kirine.    LI TEKÎRDAGÊ TEDBÎR TUNE   Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê jî Çetin Tutku jî bi telefonê agahî da hevjîna xwe Senem Tutku û got: "Li girtîgehê li dijî şewbê tu tedbîr nehatine girtin. Qawîş dezenfektan nekirine. Ji bo qawîşan dezenfektan bikin bi dehan caran me daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsî. Lê ev daxwaza me li ber çavan nehat girtin. Em bi derfetên xwe tedbîrên xwe distînin. 8 salin girtî me û neweşiya pençeşêra mahden bi min re heye. Dîsa nexweşiya tiroitê heye. Ne me dibin nexweşxaneyê û ne jî me dibin revîrê."