Li Mêrdînê hejmara miriyan derket 8’an 2020-04-15 12:33:00   MÊRDÎN – Li Mêrdînê welatiya bi navê Nevroz Çinar jî bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Bi vê re hejmara kesên ku li Mêrdînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin derket 8’an.    Qarantînayê ku di 8’ê nîsanê de ji ber vîrûsa koronayê li ser gundê Endewl û mezrawa girêdayî wê Heramiyê yen navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatibû îlankirin, hê jî didome. Gundiya bi navê Newroz Çinar (44) ku 2 roj beriya qarantînayê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a li navçeya Qoserê ya Mêrdînê û testa wê pozîtîf derketibû, jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Çinar beriya nexweşiya xwe ya ji Stenbolê hatiye û piştî karên fermî dê cenazeyê wê li gundê wê bê veşartin.   HIŞYARIYA ‘NAVÊ WÊ PARVE NEKIN’   Tedawiya birayê Çinar ku ew jî bi Çinar re ketibû qarantînayê didome. Hat angaştkirin ku rayedarên nexweşxaneyê xizmên Çinar hişyar kirine û ji wan re gotine ku ji tu kesî re nebêjin ku Çinar bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û navê wê parve nekin.   4 KES TABÛRCÎ BÛN   Li aliyê din 4 kesên ku ji gundên ketibûn bin qarantînayê rakiribûn nexweşxaneyên cuda yên bajar, piştî ku testê wan pozîtîf derketin tabûrcî bûn. Hat hînbûn ku 4 kesên hatine tabûrcîkirin, li malên xwe ketin qarantînayê. Li Bajar hê jî bi awayekî fermî têkildarî kesên ku bi vîrûsê ketine û jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek nehatiye dayîn. Bi Çinar re hejmara kesên ku li bajar ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin derket 8’an.