Girtiya nîşaneya vîrûsê pê re heye: Em terkî mirinê kirin 2020-04-15 09:17:29 EDENE - Merve Aydogan a ku nexweşîna çolyakê lê peyda bûye û di Girtîgeha Jina ya Bunyanê de ye, diyar kir ku nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene lê belê dîsa sewqî nexweşxaneyên nehatine kirin û got: "Em terkî mirinê kirin."  Merve Aydogan ku nexweşîna çolyakê lê peyda bûye û di Girtîgeha Jina ya Bunyanê de ye, diyar kir ku ji 3'yê Nîsanê ve tevî wê di 4 kesan de nîşaneyên vîrûsa coronayê hene, lê belê îdareya girtîgehê ne ew sewqî nexweşxaneyê kirine ne jî testa wan kirine. Aydogan, telefonî xwişka xwe Şukran Aydogan kiriye û gotiye, her diçe rewşa wan xirabtir dibe. Di dema hevdîtinê de îdareya girtîgehê 3 caran telefon qut kiriye.    Aydogan, anî ziman ku di wan de nîşaneyên vîrûsa coronayê hene, lê belê îdareya girtîgehê tenê bi awayekî sûkî testa wan kiriye. Aydogan, got: "Ez bi nexweşîna çolyakê ketime. Ez vedirişim. 10 roj in bênavber vedirişim. Hema bêje di komayê de me. Em diçin revîrê. Hingî serûm li min xistine milê min qulqulî bûye. Tu bandora wê tuneye.Şemiya borî me birin revîrê. Me got, em dixwazin biçin beşa lezgîn. Hem vedirişim, hem çavê min dişewite hem jî emelî bûme. Me got, ev ne tiştekî asayî ye. Li ser vê em çûn revîrê. Bijîşk em muayene kirin. Bijîşk jî nizanin ji bo çi çavê me nabîne."    Aydogan, anî ziman ku bijîşk ji wan re gotine Wezareta Dadê giştînameyek şandiye û gotiye "Gere tu girtî sewqî nexweşxaneyê neyên kirin." Aydogan, diyar kir ku bijîşk çavan ê hatiye revîrê ji bo rewşa çavê wê gotine: "An di mejiyê te de ûr heye an jî te şoqek derbas kiriye an jîq ezayek kiriye."    Aydogan, diyar kir ku midûrê girtîgehê jî ji wan re gotiye: "Derdê we karantîna ye, derûniya we xirab be." Aydogan, bang li raya giştî kir û got: "Li vira em terkî mirinê kirine. Hatin ji bo tehlîlê xwîna me girtin. Lê testa vîrûsa coronayê nekirin. Dengê me bibihîsin."    Şukran Aydogan, anî ziman ku der barê rewşa xwişka wê û girtiyan de fikarên wan hene û xwest bên tedawîkirin.    MA / Hamdûllah Kesen