'Wê nexweşxane têr nekin' 2020-04-15 09:11:11 RIHA - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Rihayê Eylem Salar, bal kişand ser kêmbûna tevdîrên li bajêr û got, wê di rojên pêş de li bajêr hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde bibe û wê nexweşxane têr nekin.    Hevserka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Rihayê eylem Salara, bal kişand ser belavbûna şewba coronayê ya li bajêr û got, li dijî belavbûna şewbê tevdîr nayên girtin, wê di rojên pêş de zêde belav bibe û wê nexweşxaneyên bajêr têr nekin.    Salar, diyar kir ku xwestine di Desteya Pandemiyê ya Bajêr de cih bigirin û ji bo vê gelek caran daxwaza randevuyê li Walîtî û Midûriyeta Tenduristiyê kirine, lê belê bi tu awayî tiştek ji wan r enehatiye gotin. Salar, anî ziman ku daneyên der barê şewbê de bi wan re nayên parvekirin û tenduristkar ji ber mobbîngê lis er wan tê pêkanîn nikarin biw an re parve bikin.    PIRSGIRÊKÊN TENDURISTKARAN    Salar, bal kişand ser pirsgirêkên ku xebatkarên tenduristiyê bi wan re rû bi rû dimînin jî. Salar, diyar kir ku piştî li hin nexweşxaneyên taybet hin polîklîklînîk hatine girtin xebatkarên tenduristiyê yên li wan nexweşxaneyan dixebitîn di warê îstihdamê de tengijîne. Salara, anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê di vî warî d edaxuyanî dabû lê dîs ajî ev yek didome. Her wiha Salar da zanîn ku li bajêr jî pirsgirêka ekîpmanê ya tenduristkaran heye.    NEXWEŞXANEYÊN PANDEMIYÊ   Salar, destnîşan kir ku li bajêr tenê li 3 nexwexaneyan beşên pandemiyê hene û got: "Ev pirsgirêkeke mezin e. Li her derî nexweşên Covîd-19'yê hene. Ji xeyn fakulteyê ji ên li beşên lezgîn bi şewbê ketine beşek cuda nehatiye çêkirin. Ev jî dibe sedema ku nexweşên din û mirovên din temasî hev dikin. Ev jî belavbûnê zêdetir dike."    TEST KÊM IN    Herî dawî Salara, diyar kir ku hejmara testan kêm e û got: "Gava test kêm bên kirin wê kêm bê tespîtkirin. Yanî di warê tevdîrgirtinêd e kêmasî hene. Di warê pêbaweriya bi testan de pirsgirêk heye. Hevalên me yên bijîşk li gor encamên tomografiyê dinirxînin. Gava encamên negatîf li gorî encamên tomografiyê bên nirxandin pirî caran dibêjin pozîtîf e. Divê ji bo pêbaweriya bi etstan hin xebat bên kirin. Divê gavine cidî bên avêtin."