Ji ber şewba coronayê koçer nizanin wê kengî berê xwe bidin zozana 2020-04-15 09:09:45   ŞIRNEX - Bi germbûna dinyayê re koçer amadekariyên xwe dikin ku berê xwe bidin zozanan. Lê belê fikara wan ew e ku ji ber vîrûsa coronayê nizanin wê ji bo vegerê destûra wan bê dayîn an na.    Vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku li seranserê cîhanê belav bûye gefan li hemû qadên jiyanê dixwe, bandorê li koçeran jî kiriye. Koçerên ku her sal biharê berê xwe didin zozanan, îsal jî dest bi amadekariyên xwe kirine. Koçerên ku zivistanê ji Colemêrgê berê xwe dan navçeya Silopiya, Hezex û Cizîrê niha ji ber vîrûsa coronayê nizanin wê kengî berê xwe bidin zozanan. Ji niha ve fikara gelo wê ji bo çûyîna zozanan destûr bê dayîn an na li wan peyda bûye. Her wiha hin koçeran anî ziman ku rayedaran ji wan re gotiye heya 1'ê Gulanê neçin tu derê.    BARANA NÎSANÊ    Koçer Yûsûf Gezer ku nêzî 4 meh berê ji gundê Peyanîs ê Colemêrgê hatiye Şirnexê û li quntarên Çiyayê Cûdiyê dimîne, anî ziman ku ji ber îhtimala ku dibe baran Nîsanê bi xwe re lehiyê rake cihê heywanên xwe guherandiye û got: "Bawerî bi barana Nîsanê nayê. Tew te dît ji nişkave lehî jî rabû û tu li wî aliyê eçm dimînin. Loma demildest divê em heywanên xwe bibin hêla axur lê ne."   HINDIK MAYE AMADEKARÎ BIQEDIN    Gezer, anî ziman ku ji ber Colemêrg pir sar e hatine Şirnexê û got: "Nêzî 20 roj şûnde wê dinya tam germ bibe û em ê vê carê berê xwe bidin Colemêrgê, ji ber ku hênik e. Ji niha ve me dest bi amadekariyên xwe kirine."    Gezer, anî ziman ku nizanin wê ji ber şewba coronayê destûra vegerê ji bo wan hebe yan na û got, heger destûr bê dayîn wê biçin Zozana Sîlavê ya li Herêma Feraşînê. Gezer, got: "Êdî dinya germ dibe, gere em biçin. An jê wê heywanên me ji germa telef bibin. Divê destûr bê dayîn. An jê wê heywanên me li van dera ji germa telef bibin."    Gezer, bilêv kir ku berê peya diçûn zozana û got: "Gava mirov peya biçe baştir e. Hem bi kêrî heywanan tê hem jî mesrefê wê kêm e. Lê ji ber ku gelek herêm hatine qedexekirin ev zehmet bûye. Loma ji mecbûrî em heywanên xwe bi qamyonan dibin."    Koçer Fakî Parlak jî li Hezexê heywanên xwe li nav erdekî ku kirê kiriye diçêrîne. Parlak, anî ziman ku ji bo çûyîna zozanan amadekariyên xwe kirine. Parlak, diyar kir ku ew ê biçin Zozana Feraşînê û got, lê belê ji ber şewbê rewş nediyar e. Parlak, da zanîn rayedaran ji wan re gotiye heya 1'ê Gulanê bi tu derî de neçin.    Têkildarî mijarê me bi rayedarên Odeya Çandiniyê ya Cizîrê re xeber da. Rayedaran jî anî ziman ku ji bo vê heya niha tiştek ji wan re nehatiye gotin.    MA / Mujdat Can