SES: Ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîrên pewîst nehatine girtin 2020-04-14 16:31:01 ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, rapora ku têkildarî şewba vîrûsa corona (Covît-19) amade kiribûn parve kir. Erden, diyar kir ku ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîra pêwist nehatiye girtin û ger ku ji bo parastina kedtaran tedbîr neyê girtin, mafê kedkarên tenduristiyê heye ku xwe ji xebatan vekişînin.    Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), têkildarî rewşa şewba vîrûsa corona (Covit-19) û parastina kedkarên tenduristiyê bi sernavê  "Tundiya şewbê nikarin bikin sedema binpêkirina mafê Jiyanê û Kedkarên Tenduristiyê" raporek amade kirin û parve kirin. Rapor li Navenda Giştî ya SES'ê bi civîna çapemeniyê aşkere kirin. Bi sedema şewba vîrûsê tenê nûnerên SES'ê tev  li civînê bûn. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, rapor aşkere kir û wiha got: "Di nava xebatkarên tenduristiyê de gelek nexweş û winda hene. Mixabin îthîmala ku hêjmar zêde bibe jî heye . Ji bo ev hêjmar zêde nebe divê hikûmet tedbîrên cîddî bistîne. Divê bi lez kêmasiyên heyî bên temamkirin. Tecrûbeyên welatên din nîşan didin ku xizmetkarên tenduristiyê di bin riskek mezin de kar dikin. Ji dema şewb belav bûye heta niha banga li malê bimînin tê kirin, lê mixabin hikûmetê ji bo vê yekê tu tedbîr û amadekarî nekiriye. Mixabin disa kar û xebat berdewam dike. Hem kedkarên li vir dixebitin û hem jî civakê bi rîskek gelek mezin re dihêlin."    'HEWCE BE KEDKAR DE XWE JI XIZMETÊ VEKIŞÎNIN'   Hevseroka SES'ê Gonul Erden, ani ziman ku wekî hemû kedkar û karkerên din mafê xebatkên tenduristiyê jî heye ku şert û mercen wan pêk neyên û tedbîr neyên girtin, dikarin xwe paşve bikişînin û xizmetê rawestînin. Mafê jiyanê yên kedkarên tenduristiyê binpê dikin û zorê li wan dikin ku kar bikin. Em ji destpêkê de dibêjin divê ji bo xebatkarên tenduristiyê tedbîrên pêwist bêne girtin. Jibo parastina tenduristiya civakê û kedkaran ev erka mecburî ya hikûmetê ye."    'DIVE RÊXİSTINÊN TENDURISTIYÊ BÊN AGAHDARKIRIN'   Erden, tespît û pêşniyarên di navbera 11 Adar û 11'ê Nêsanê de derketin pêş wiha parve kir:    "* Niha der barê tu kedkar û xebatkarên tenduristiyê yên bi şewbê ketine de tu agahî nehatiye parvekirin. Ev bêtir me dixe nava fikaran. Divê agahî bi SES, TTB  û rêxistinên tenduristiyê re jî bêne parvekirin.    * Li gorî lêkolîn û daneyen ku sendîkaya me berhev kiriye, li nexweşxaneyan, Navendan Tenduristiyê ya Malbatan, Li Kargeriyan ji bo xizmetkarên tenduristiyê amûr û alavên parastinê nehatiyedayîn. Xizmetkar bi derfetê xwe yên şexsî tedbîrên xwe digirin. Divê parastina wan bê kirin û bi rêk û pêk cihê xebatê bê dezenfektekirin.    * Hem ekîpmanên parastinê yên tekakesî kêm in. hem ji bi taybetî l Stenbolê di stantartasyona ekîpmanên tên belavkirin de kemasî hene. Pirsgirêka kalîte heye. Divê zorê li xebatkaran nekin ku van malzemeyên ne ewle bikar binin.    * Di rewşên ku jiyana xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de be, heta şert û mercên ewle bên avakirin, divê xebat bê rawastandin. Mafê herî rewa ye ku karker ji bo ewlehiya xwe malzemên parastinê bixazin û divê ev daxwaza wan bê bersîvandin.    PIRSGIRÊKA TESTAN HEYE   * Hêj pirsgireka ku bi rêk û pêk xizmetkarên tenduristiyê bêne testkirin didome. Qada tenduristiyê îro pir bi rîsk e. Divê bi rêk û pêk her ji 5 rajan carekê hemû xizmetkarên tenduristiyê bêne testkirin. Divê heta encama testa wan diyar nebe zora xebatê li wan neyê kirin.    * Divê hemû xebatkaren cemaweriye û paqijiyê jî di navde vîrûsa corona wekî nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin. Dema bi vê nexweşiyê ketin dîsa meaş û tazmînata wan bidin wan. "    * Her ku hêjmara xebatkarên tenduristyê ya nexweş zêde dibe, pêve girêdayî pêdiviyên xizmetkaran jî zêde dibin.    * Divê pirsgirêka lêpirsîna ewlehiyê bê rakirin û hemû xizmetkarên tenduristiyê yên ji kar hatine avêtin dîsa  dest bikar bikin.     * Her çend tundiya şewbê zêde bibe jî divê kesên di koma rîskê de bin dîsa li paş xebatê bikin û dernekevin pêş.    * Divê xebatkaren nû dest bi kar dikin hem di qada oryantasyon hem jî têkildarî vîrûsê perwerde bibinin.    * Xebatkarên tenduristiyê hem di fikara xwe de ne û he jî di fikara yên dora xwe dene ku bi şewbê bikevin û bigînin wan. Ji ber vê yekê divê mêvanxane bê zêdekirin û şert û mercen wan ên pêdiviya jiyanê bê temînkirin.    * Divê tenê tespîta şewbê li nexweşxaneyê neyê kirin. Divê rê û rêbazên ku li navçe, tax û gundan jî bên afirandin.    * Bila hilberîna ne mecbûrî be bê rawestandin, û destûra bi pere bê dayîn.     Erden, diyar kir ku ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîra pêwist nehatiye girtin û ger ku ji bo parastina kedtaran tedbîr neyê girtin, mafê kedkarên tenduristiyê heye ku xwe ji xebatan vekişînin.