KNK: Ji bo yekîtiya kurdan gavan bavêjin ku enfal dubare nebe 2020-04-14 11:39:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) enfal û kîmyabaranê lûtkeya siyaseta şoven a rejîma Baas bi nav kir û bang li hemû pêkhateyên kurdan kir û xwest ji bo ji bo enfal dubare nebe ji bo yekîtiyê gavan bavêjin.  Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 32’yemîn salvegera enfala li Başûrê Kurdistanê pêk hatî û têde 182 hezar kesan jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyek da. KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişandiniye li ser hewldanên destpêkê yên rejîma Baas ên ji bo tinekirina gelê Kurd û wiha destnîşan dike; ”Ev siyaset encama bîrdozî û çavlêkirina regezperestî ya wan partî û desthilatdaran a li hemberî xelkê Başûrê Kurdistanê bû.”   KNK’ê ragihand ku kîmyebaran û enfal lûtkeya siyaseta şoven a rejîma Baas bû û destnîşan kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê enfal bi şêwaz û rêbazên cuda ji aliyê rejîmên dagirkerên Kurdistanê ve tê pêkanîn. KNK’ê da zanîn ku heta niha dagirkerên Kurdistanê li hember çareserkirina pirsgirêka Kurd nêrînek hevbeş hene û ew jî tinekirina xelkê Kurdistanê ye û wiha tê gotin;”Gelo li hemberî vê siyaset û piratîka hevbeş a wan de, êdî dema wê nehatiye Kurd jî siyaset û piratîkek hevbeş ji bo bersivdayîna van tewanan hebe? Dema wê nehatiye berjewendiyên xelkê Kurdistanê bêxin pêş berjewendiyên teng ên hizbî û kesayetî? Dema wê nehatiye gav ji bo danîna stratejiyek neteweyî ya hevbeş bavêjin ku bi bikarîn pêşî li dubarebûna êrişên li ser xelkê Kurdistanê de bigirin?"   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, diyar kir ku careke din bi rêzdarî hemû qurbaniyên enfalê û hemû komkujiyên din bi bîr tînin û got: "Di heman demê de daxwazê ji desthilatdarên Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku daxwazên xelkê herêmên enfal lê pêk hatine bi cih bînin. Qet nebe tazmînata madî bikin û jiyanek baş ji bo wan peyda bikin. “   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li xelkê Kurdistanê, rêxistinên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û eşîrên cuda yên Kurdistanê kir ku ji bo yekîtiya gavan bavêjin ku êdî tewanên mîna enfalê dubare nebin.