Wê tedawiya kesên bi şewba coronayê ketine bêheq bê kirin 2020-04-14 10:12:38   ENQERE - Welatiyên ku bi şewba vîrûsa coronayê ketine an jî bikevin wê bê bêheq bên tedawîkirin.   Wê tedawiya welatiyên bi şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ketine bêheq bê kirine. Biryara serokmariyê ya ya di vê der barê de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryarê, wê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wê wekî pandemiyê îlan kiribû, tedawiya vîrûsa coronayê bêheq bê kirin. Welatiyên bêsîgorte an jî bisîgorte hemû wê bê heq bên tedawîkirin û ji bo tedawiyê çi derman pêwîst bin wê bên peyadkirin û bêheq bên bikaranîn.   Biryar ji 1'ê Adara 2020'an ve ketiye meriyetê.