TMMOB, kolanên Sûrê sererast dike 2020-04-14 09:28:17 AMED - Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê kolanên Sûrê yên ku qedexe û veguhestina bajrar lê tune ye "Xebaten Sererastkirina kolanan" dike.    Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a TMMOB'ê li kolan û taxên Sûrê yên ku qedexeya derketina kolanan û veguhestina bajarvaniyê le tune ye, sala par dest bi plana "Xebaten Sererastkirina kolanan" kir.  Sala par piştî HDP'ê şaredariya Sûrê ji destê qeyûm girt, ÎKK'a TMMOB'ê û Şaredariya Sûrê bi hevre dest bi xebatê kir. Endezyar û avahîsazan bi hevre mîmariya dîwarên hewş û malên Sûrê yên dîroki bêyî nexneya mîmariyê biguhere sererast kirin û nû kirin. Xebatên sererastkirina kolan û malên dîrokî yên Amedê didomin. Têkildarî mijarê Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a TMMOB'ê Dogan Hatun agahî dan.    Hatun, anî ziman ku avahiyên bi tescîl û bê tescîl ên aydî mîrateya dîrokî û çandî bêyî ku zerar bidin mîmarî û nexşeya wan a dîrokî nû dikin û rast dikin. Hatûn, da zanîn ku ji bo bêyî zerar bidin wê û rast bikin li bersîvê digerin û ev xebat di pêngava fikrê de ye. Hatûn, anî ziman ku ev xebat li taxa Alipaşa û Lalebeyê dest pê kirine û dixwazin bi vê yekê rê li pêş xerakirin û veguhestina bajar bigirin. Hatun, da zanîn ku wan di sala 2016'an de Komîsyona Bajarvaniyê ava kir û di encama niqaşan de ji bo bi awayekî alternatif mîrateya çandî û dîrokî biparêzin û nû bikin xebatek wisa xistin rojeva xwe. Hatûn wiha got: "Li kolana Abdal Dede ya Sûrê me û şaredariya Sûrê bi hevre di Tîrmeha sala 2019’an de dest bi xebata sererastkirin û nûkirina kolanê kir. Me di mîmarî û nexşeyê de guhertin çênekiriye. Me nexşe û mîmariya avahiyan parast û tenê sererast kir. Di vê xebatê de cihê tu keviran nehatiye guhertin. Tenê xebata paqijkirin, nûkirin û xurtkrinê hatiye kirin. Hevalên me yên endezyar û avahîsaz bi çav û ruhê restorasyonê nezîk bû. Me di malzeme de tu guhertin nekir û dest ruhê mîmariyê nedaye. Di cihe rastkirina kevirên Bazalt de me diwar bi kevirê bazalt, di cihê rastkirina tugla de me bi tugha û di cihê rastkirina dîwarên kerpîç de jî me dîwar bi kerpîça lêkir û nû kir. Bêyî ku em xweseriya kolanê biguherin me xebat kir.    XWEDIYÊ AVAHIYAN JÎ LÊ XWEDÎ DERKETIN   Hatûn, da zanîn ku xwediyê xanî û avahiyan jî li projeyê xwedî derketin û beriya ku dest bi xebatê bikin bi şêniyên taxê re hevdîtin kirin û piştî erêkirina şêniyên taxê dest bi xebatê kirin. Hatun, anî ziman ku ewil bawer nebûn û bertek nişan dan. Lê piştî me got em bi dildarî vî karî dikin û pereyan ji we naxwazin, me ligel endamên meclîsa taxê welatî îkna kir. Piştî gel bi xebatê ewle bû û baweriya xwe pê anî piştgirî da xebatê. Niha kolana ku bi qasî 65 metre hatiye nûkirin û sererastkirin. Me projeya ku maliyeta wê 50-60 hezar TL ye amade kir. Ger ku derxistina ihaleyê tevî KDV dê bi 400 hezar TL  bihata çêkirin. Ev xebat û projeya me dê berdewam bike.   MA / Lezgin Akdeniz