'Em ditirsin em bi şewbê bikevin' 2020-04-14 09:27:37   EDENE - Girtiyên di girtîgehên herêma Çûkûrovayê de, anîn ziman ku li dijî vîrûsa coronayê tevdîr nayên girtin. Hadî Elçîçekê di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tarsûsê de dimîne got: "Tê diyarkirin di gardiyaneke jin de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin. Em ditirisn ku em jî pê bikevin. Li girtîgehê karantîna tuneye."    Mazhar Guler, Hadî Elçîçek û Serhat Tûncer ku di Girtşgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Jimara 2'yan a Tarsûsê û Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de de ne, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raghandin.    Mazhar Guler ku Hepatît B pê re ye anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê li dijî vûrûsa coronayê tu tevdîr nayên girtin û got: "Amûrên paqijiyê nadin. Ava sar û germ bia wayekî rêk û pêk nayê. Li dijî vîrûsa coronayê qawîşên me nehatine dezenfektekirin. Baş lepik û maskeyan nadin me. Personelên li xwaringehê jî lepik û maskeyan bi kar naynin. Xwarinên wan nebaş in û kê didin."    'DI GARDIYANEKÊ DE VÎRÛSA CORONAYÊ DERKETIYE'    Hadî Elçîçek jî nexweşîna dil pê re ye û anî ziman ku li Girtîgeha Jimar 2'yan a Tîpa T a Tarsûsê, diyar kir ku du rojan carekê ancax diçin ehwadariyê. Elçîçek, destnîşan kir ku amûrên paqijiyê nadin wan û gardiyan li gor pîvanên hijyeniyê tev nagerin. her wiha Elçîçek jî diyar kir ku ava sû û germ bi awayekî rêk û pêk nayê dayîn.. Elçîçek got: "Li dijî vîrûsê tevdîr nayên girtin. Tê diyarkirin di gardiyaneke jin de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin. Em ditirisn ku em jî pê bikevin. Li girtîgehê karantîna tuneye."   Serhat Tûncer jî ku şekir, tansiyon û nexweşîan dil pê re ye, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê gelek girtiyên nexweş hene û got: "Amûrên apqijiyê nadin. Ji bo çûyîna revîr û nexweşxaneyên em bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em niakrin biçin hewdaariyê."