'Ji nû ve girtina girtiyan cezakirin e' 2020-04-14 09:16:10   ÊLIH - Endamê OHD'ê Parêzer Îlyas Tarim, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê heya niha der barê 314 girtiyan de biryara girtinê hatiye dayîn û got, jiniûve girtina girtiyan cezakirin e.    Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtî û hiikumxwaran bi daxwaza ew jî daxilî nav qanûna înfazê ya nû bibin di 4'ê Nîsanê de îsyan kiribûn. Piştî vê 439 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Amedê hatibûn kirin. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê girtî û hikumxwaran de lêpirsîn da destpêkirin. Heya niha îfadeya 314 girtiyan hatiye girtin û der barê wan de biryara girtinê hatiyedayîn.    'CEZAKIRIN E'    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlyas Tarim, bal kişand ser girtiyên sewqî Amedê hatine kirin û got: "Girtiyan ji bo qanûna înfazê îsyan kirin. Lê belê ji nûve girtina wan cezakirin e." Tarim, da zanîn ku girtiyên piştî îsyanê sewqî Amedê hatine kirin hatine derbkirin û got, malbatên wan serî li ÎHD û HDP'ê dane û wê gilî bikin. Tarim, lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ya der barê girtî û hikumxwaran de dijî hiqûê ye û got: "Heya niha 314 grtî hatine girtin. Ev tê wateya qanûna îmafzê derkeve jî wê ev girtî derneyên. Heta girtiyên tev li îsyanê nebûne û 3 meh şûnde wê cezayên wan biqede jî wê neyên berdan. Dozgerî dixwaze ji 6 mehan heya 3 salan bên cezakirin. Di tiştên dozger te tiştekî berbiçav xuya nake."   Tarim, destnîşan kir ku divê qanûna înfazê girtiyan hemûyan bihewîne.    Her wiha Tarim ji bo daxuyaniay Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku gotibû 3 girtiyan ji ver Covîd-19'yan jiyana xwe ji dest daye jî jî got: "Ev daxuyanî jî nîşan dide ku li girtîgehan girtî û hikumxwaran dikin qurbana polîtîkayek şaş. Aşkere ye ku tevdîr nayên girtin."    MA / Metîn Yoksû