Li Girtîgeha Alîagayê 2 bijîşk, 2 girtî û 12 gardiyan di karantînayê de ne 2020-04-14 09:13:07 MÊRSÎN – Şehrîban Çoban diyar kir ku li Girtîgeha Jina ya Alîagayê, li dijî vîrûsa coronayê tu tevdîr nehatine girtin û got, heya niha li girtîgehê di 2 bijîşkan, di 2 girtiyan û 12 gardiyanan de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin.    Şerhrîban Çoban ku nêzî 2 sal û nîv in di Girtîgeha Jina ya Alîaga ya Îzmîrê de ye, di 10'ê Nîsanê de telefonî diya xwe Nafiye Çoban kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Dayik Çoban, anî ziman ku keça wê jê re gotiye, di qawîşa 15 kesî de 20 kes dimînin û amûrên paqijiyê pir nadin wan.    Dayik Çoban got: "Girtiyeke temenê wê di ser 70 salî re heye û pitikek jî li cem wan heye û her wiha hevaleke wan a peçeşêr lê peyda bûye jî heye. Got, girtiyan nabin nexweşxaneyê, ji bo dezenfektanê gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê dane, lê belê dîsa jî tiştek nehatiye kirin. Gardiyan 15 roja carekê davêjin ser qawîşan û heqaretê li wan dikin. Diyar kir, li qawîşa kêleka wwê yek jê FETO'yî di du girtiyan de û 12 gardiyanan de vîrûs hatie tespîtkirin. Her wiha got, testa du bujîşkên girtîgehê jî pozîtîf derketiye."    'GIRTÎGEHAN VALA BIKIN'   Dayik Çoban, xwest rojek berî rojekê girtîgeh bên valakirin û got: "Bi qanûan înfazê divê cihêkarî neyê kirin û girtî hemû bên berdan. Girtîgehan vala bikin."