‘Guhertina qanûna înfazê jiyana girtiyên siyasî dixe metirsiyê’ 2020-04-14 09:07:14   WAN – Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku hikumet bi guhertina qanûna înfazê dixwaze jiyana girtiyên siyasî bixe bin metirsiyê û got: “Divê em hemû li dijî vê guhertina civakê ber bi dubendiyê dibe derkevin.”    Hevdîtinên têkildarî guhertina qanûna înfazê ya 70 têde cih digirin û ji aliyê AKP’ê li Meclîsê ye didomin. Bertekên li dijî nedaxilkirina girtiyên siyasî jî didomin. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê parêzer Sevda Aydin têkildarî guhertina qanûna înfazê ji ajansa me re axivî.    ‘XIZMETA REJÎMA DÎKTA DIKE’    Aydin da zanîn ku ji roja gefa koronayê ketiye rojevê û vir ve rewşa li girtîgehan tê nîqaşkirin û got: “Tevî hemû metirsiyên şewbê jî dijminatiya hikumetê ya li hember kurdan didome. Di asta em hatinê de Meclîs xizmeta rejîma dîktayê dike. Li şûna nîqaşa tevdîrên li girtîgehan were kirin lê hikumetê guhertina înfazê anî rojevê. Lê li şûna ev hikumet tevdîrên ji bo tenduristiya civakê û girtiyan bigire, lê mixabin di vê pêvajoya dijwar de jî dijminantiya kurdan dike. Lê mixabin girtiyê siyasî yên kurd nayên daxilkirin û ev yek ne mirovî û ehlaqî ye. Lê divê Meclîs ne bi kîn û siyaseta qirêj yasayan biguherîne divê yasayên adilane û wekhev derxe. Lê dema em lê dinêrin Meclîs ji rejîma dîktayê re xizmetê dike. Lê helbet wê rojek gel xizmetê bi bîra wan bixe.”   ‘NEDAXILKIRINA SIYASIYAN TUNE HESIBANDINA MAFÊ JIYANÊ YE’    Aydin destnîşan kir ku dewlet ji bo welatiyên xwe biparêze heye û wiha got: “Parastina jiyana însanan berpirsiyariya dewletê ye. Nedaxilkirina girtiyên siyasî ya vê guhertinê, jiyana girtiyên siaysî dixe bin metirsiyek mezin. Qatil û tecawizkaran û her wekî din dide berdan lê girtiyên siyasî jî bi mirinê re rû bi rû dihêle. Jiyana girtiyan diavêje û pişt guh dike. Dewlet bi vê guhertinê ji girtiyên siyasî re dibêje mafê te yê jiyanê nîne. Mafê jiyanê mafê herî ku were parastinê ye. Bi vê belavbûna lez û bez a koronayê re divê girtîgeh werin valakirin. Ev guhertin êrişek li dijî jiyanê ye. Divê em hemû li dijî vê guhertina civakê ber bi dubendiyê dibe derkevin.”     MA / Cemîl Ûgûr