287 rojin di rojiya mirinê de ye: Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerattir bû 2020-04-14 09:05:31 STENBOL - Mustafa Koçak, bi daxwaza darizandina  bi edalet 287 rojin di rojiya mirine de ye. Xwişka Mustafa Koçak, Sevgul Koçak, diyar kir ku piştî bi zorê mudaxaleyî wî kirin tenduristiya wî bêtir xera bû û wiha got: "Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerabtir bû. Ji ber mudaxaleyî wî kirin êdî ji êşê nikare razê."    Mustafa Koçak ê bi hinceta Serdozgerê Komarê Mehmet Selim Kiraz li Edliyeya Stenbole kuştiye, hat girtin û 2 caran rastî cezayê muebeta giran hat, bi daxwaza “Darizandina bi edalet" û “Darizandina îşkencekaran" 287 rojin di rojiya mirinê de ye. Koçak ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî ye, piştî ket greva birçîbûnê di roja 93'an de çalakiya xwe zîvirand rojiya mirinê. Di roja 255’an a çalakiyê de Mustafa Koçak bi zorê rakirn nexweşxaneyê û mudaxaleya tibbî kirin. 73 serum li Kocak xistin. Lê ji ber ku serum qebul nekir û ji damaren xwe derxistin di damarên wî de zerar çêbûn. 5 roj şûnde Koçak sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Kiriklarê kirin. Koçak, 287 rojin çalakiya xwe ya rojiya mirinê berdewam dike.    Ji bo piştgiriya Kocak xwişka wî Mine Koçak û Sinan Yanbal û Mahir Kiliç duh ji bo hefteyekî dest bi greva birçîbûnê kirin.    PARÊZER: 5 ROJAN LI SER HEV RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT   Parêzer Ezgi Çakir, diyar kir ku dema muwekîlê wê 5 rojan bi zorê li nexxeşxaneyê hat girtin, rastî îşkenceyê hat û wiha got: "Piştî vê geşedanê ji bo ez rapora îşkenceyê bistînim min xwest wî sewqî Saziya Tipa Edlî bikin. Piştî rapora ATK'ê û Baroya Îzmirê, raporek alternatif hat amadekirin. Di raporê de mudaxaleya bi zorê ya li kuwekile min hatiye kirin li dijî krîterên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ye. Li gorî WHO ev yek îşkence ye. "    Çakir, da zanin ku 2 hefte ye dîsa dixwazin muwekile min bibin nexweşxaneyê, lê sedema ve yekê ji mere nabêjin. Eger Mustafa li ser daxwaza me ya sewqa ATK’ê bibin nexweşxaneyê jî niha şertên nexweşxaneye ne guncav in. Divê sedema birina muwekilê min ji mere bêjin. Em dixwazin jibo Mustafa bi lez rapora ATK'ê be amadekirin û bi lez serbez bê berdan."    MUSTAFA NAXWAZE BIÇE NEXWEŞXANEYÊ    Xwişka Mustafa Koçak Sevgul Koçak jî anî ziman ku dixwazin ji aliyê heyetekê ve kontrola tenduristiya birayê wê bê kirin û wiha got: "Piştî bi zorê mudaxaleyi birayê min kirin êdî Mustafa naxwaze biçe nexweşxaneyê. Mustafa dibêje '5 rojan ez ji ser doşekê ranekirim. Pîsiyê min di bin min de hiştin.' Nikare zêdeyî wê bêje. Hêj di bin tesîra mudaxaleya bi zorê de ye' Em dixwazin heyetek wî kontrol bike û serbest berde. Ji ber şewbê û şertên nexweşxaneyê em naxwazin bibin nexweşxaneyê. Rêveberiya girtîgehê jî diyar dike ku piştî wi bibin nexweşxaneyê dê 14 rojan di qarantînayê de bihêlin. Birayê min nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Ger ku 14 rojan di qarantînayê de bimine dê mirine. Em tenê bi rêya telefonê dikarin bi birayê xwe re bi axivin. Êdi pir zor û zahmetiye dijî ji ber êşan nikare raze. Nikare bimeşe. Bi taybetî hiştî îşkenceya mudaxaleya bi zorê êşên wî zêde bûn. Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerabtir bû. Ji ber mudaxaleyî wî kirin êdî ji êşê nikare razê."    Sevgul Koçak, herî dawî anî ziman ku birayê wê ji bo darizandina bi edalet 287 rojin di rojiya mirinê de ye û wiha got: "Di axaftina telefonê de got 'ez dikevim bin ‘30 kiloyan. Heri dawî got 'ez ji ber êşên xwe nikarim razêm.' Em dixwazin birayê me bidin me û bi awayekî adil bê darizandin. Niha tenduristiya wî rê nade. Li sînorê mirinê ye."    MA / Kadir Guney