TUAY-DER: Banga rêxistinên navneteweyî guhdar bikin 2020-04-14 09:04:54 AMED – Endamê Lijneya Rêveberiya TUAY-DER'ê ya Amedê Parêzer Şerzan Yelboga, xwest ji bo girtîgeh ji nexweşiya vîrusa coronayê xelas bikin bi lez qanûna înfazê li gorî rêgeza wekheviyê û edaletê rast bikin. Yelboga, ji rayedaran xest ku cudakariyê nexin nava girtiyan û bangên rêxistinên neteweyî û navneteweyî guhdar bikin.  Niqaş û hevdîtinên Zagona Înfaza Ceza li meclîsê didome. Qanûna ku AKP’ê û MHP’ê anî rojeva meclîsê girtiyên siyasî li derve hatin hiştin. Li dijî vê zagonê gelek sazî, dezgeh û partiyan bertek nîşan da. Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê Parêzer Şerzan Yelboga jî têkildarî zagona înfazê nirxandin kir.    Yelboga, diyar kir ku li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji nexweşiya vîrusa coronayê tenê riyeke xelasbûnê heye ew jî navbera civakî û baldarbûna paqijiyê ye û wiha got: “Li girtîgehan li ser hejmara zêde jî hêj tu biryar nehatine kirin. Wek parêzerên TUAYDER û MED TUHAD-FED’ê me dît ku zêdeyî kapasîteya girtîgehan girtî hene. Li derve gel hişyar dikin ku mesafeya fîzîkî têxin nava xwe lê ji ser girtîgeh pir tijî ne, girtî di nava hev de ne. Girti li erdê radizin. Saziyên dewletê û wezaret li derve çawa tedbîran digirin divê ji bo girtîgehan jî heman hesasiyetê nîşan bidin."    ‘JI BER TIJEBÛNA GIRTÎGEHAN RÎSKA VÎRUS ZÊDE BIBEHEYE'   Yelboga, da zanîn ku pirsgirêka girtîgehan tenê bi tijebûnê xelas nabe û wiha axivî: “Li gelek girtîgehan hêj malzemeyê paqijiyê nadin girtiyan. Lazim girtîgeh bi awayekî bi pergal bêne dezenfektankirin. Lê hin girtîgehan tenê carekê hatiye kirin. Girtîgehên ku dezenfekte danîn korîdoran bêje qet nînin. Dezenfektana tenê gardiyan bikartînin.” Yelboga, anî ziman ku girtiyan  giliyên xwe kirine ku di dema hevdîtina telefon û parêzeran de rûpoş û lepikan nadin wan û wiha berdewam kir: “Ji ber ku dezenfektan nînin girtiyan xwestiye kolonya bistînin lê rêveberiya girtîgehê asteng kirine. Ava germ bi saetan tê dayîn. Ev rê li pêş qajiyê digire. Ji ber vê yekê divê sazî, dezgeh û wezaretên dewletê rewşa girtîyan bibînin. Nexweşiyeke wisa hem ji ber tejîbûna girtîgehan hem jî ji ber şertên paqijiyê  xetereye ji bo girtîgehan.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BERDIN'    Yelboga, balkişand ser banga Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku ji ber vîrusa coronayê divê hikumet şertên girtîgehan baş bikin, girtiyên siyasî û rojnamevanan serbest berdin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek parêzer û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FED’ê banga NY’yê dubare dikin dibên divê şert û mercên girtîhan bên baş kirin, girtiyên nexweş, yên siyasî û rojnamevan demildest werin berdan. Bi belavbûna vîrusa coronayê li girtîgehan divê bi lez û bez tedbîr ji bo nexweşên giran were girtin û werin berdan. Lê ku me dîtî li girtîgehan ji bo nexweşên giran tu tedbîr nehatine girtin. Li dijî vê pandemiyê ji bo girtiyên nexweş tedbîr negirtin rewşeke xetere. Wek parêzerên TUAY-DER û MED TUHAD-FED’ê qasî ku me xwe gihandinê heta vêgavê 200 girtiyên nexweş ên giran me tespît kirin. Li ser rapora girtiyên nexweş a ku ji saziyên tipa edlî ‘nikare li girtîgehê bimîne’ wergirtî jî, serbest neberdana wan ji bo ewlehiya civakê xetereyeke giran e û ji ber hincetên derveyî hiqûq ê nayên berdan. Tu îzaha bi van îdîayan girtiyên nexweş serbest neyên berdan nînin. Divê rewşa girtiyên nexweş li ber çava were girtin, divê înfaza girtiyên nexweş ên hikumxwarî were taloq kirin û girtiyên nexweş jî demildest serbest werin berdan.”   ‘MAFÊ JIYANÊ Û TENDURISTIYÊ TÊ ÎHLAL KIRIN’   Yelboga, dest nîşan kir ku mafê jiyanê û yê tenduristiyê yê girtiya tê îhlal kirin û wiha pê de çû: “Li gor quralên Mandela divê mafê jiyanê û mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan neyê îhlalkirin. Em bang dikin rojek berî rojekê girtiyên nexweş serbest werin berdan û wezaretên eleqedar li gor quralên Mandela tevbigerin.” Yelboga, bibîrxist ku li gor rapora MED TUHAD-FED’ê bijîşkê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4’an a Şakrana Îzmîrê dixebite hatiye tespît kirin ku testa nexweşiya Covîd-19 pozîtîf derketiye û ev rewş jî wehamet e.   ‘TEDBÎRÊN KU HATINE GIRTIN TÊRA NAKIN’   Yelboga, bal kişand ser mirina girtiyê 70 salî Mehmet Yeter ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê de jiyana xwe ji dest dayî û wiha domand: “Di girtîgehê de ku girtiyê nexweş Mehmet Yeter ê 70 salî bi nexweşiya vîrusa coronayê jiyana xwe ji des daye ket çapemeniyê. Çiqas bêjin me tedbîr girtine jî nikarî bikevin pêş nexweşiyê ku li girtîgehan belav bibe. Ji ber vê yekê tedbîrên ku hatin girtin têra nakin”    ‘DEV JI VÊ XELETIYÊ BERDIN, NEXWEŞÎ BANDORÊ LI HERKESÊ DIKE’   Yelboga, diyar kir ku ji bo ku girtîgehan ji nexweşiya vîrusa coronayê xelas bikin divê bi lez û bez qanûna înfazê were guhertin û got: “Ji bo ku girtî pêvajoya pandemiyê li cem malbatên xwe derbas bikin. Divê qanûneke wekhev û bê cudatî were çêkirin û bangên rêxistinên netewî û navnetewî werin guhdar kirin. Nexweşî bandorê li herkesê dike. Divê dest ji sazkirinên cudatiyê berdin, guh bidin bangên raya giştî ya demokratîk û dev ji vê xeletiyê berdin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme