Ji mêşvanan pêşniyara ‘vegerin xwezayê’ 2020-04-14 09:03:09   ŞIRNEX – Mêşvanên ku bi destpêkirina hewaya germ re hatin Şirnexê, diyar kirin ku li dijî vîrûsa koronayê jiyaneke îzolekirî dijîn û ev pêşniyar kirin: “Hem parastina ji vîrûsê hem jî hilberandin hesteke gelekî xweş e. Divê ciwan vegerin xwezayê.”   Mêşvanên ku ji bajarên hewayên wan sar ên mîna Colemêrg, Qers û Erdexanê hatin Şrinexê û ji bo mêşên xwe zozan û çêrgeh kirê kirin û kewarên xwe bi cih kirin. Mêşvanên ku heta 2 mehan dê kewarên mêşên xwe li cihên ku kirê kirine bêhilin, tenê ji bo şarjkirinê telefonên xwe diçin malan. Mêşvanan, diyar kir ku ji bilî ceyranê tu pêwîstiyeke wan tuneye û bal kişandin ser vîrûsa koronayê ku her derî kiriye bin bandora xwe û ev tişt gotin: “Hûn dikarin li gundan xwe îzole bikin û hilberînê berdewam bikin.”   HILBERÎNE JI CIWANAN RE MAYE   Mêşvan Lutfî Pala ku jim Colemêrgê hatiye li qontara Çiyayê Cûdî bi cih bûye, diyar kir ku 50 kewarên mêşan aniye û wiha got: “Em li konên ku me çêkirine dimînin. Ji berk u Colemêrg sar e, me mêşên xwe anîn vir. Bi vê yekê em hem xwe ji vîrûsa koronayê ku hemû Cîhanê kiriye bin badora xwe diparêzin hem jî hilherînê dikin. Li nav xwezayê parastina ji virûsê û berdewamkirina hilberînê hesteke gelekî xweş e. Berî min bavê min jî mêşvaniyê dikir. Ji ber ku bavê min nikare ji malê derkeve me karê wan dewr girt. Em jî hewl didin ku mêşvaniyê bi pêş bixin. Belkî em jî vî karî dewrî zarokên xwe bikin.”   BANGA LI CIWANAN   Pala, destnîşan kir ku bi kewaran dest biğ mêşvaniyê kirine û ev tişt anî ziman: “Em salê nîv ton hingiv bi dest dixin. Kîloya hingiv bi 150 TL’yî dest pê dik. Li hemû Cîhanê hilberîna endustriyel hatiye rawestandin. Lê em li nav xwezayê hingiv hildiberînin. Heta ji me tê em naçin bajar û xwe diparêzin. Divê hemû ciwan vegerin xwezayê û mêşvanî û sewalkariyê bikin û bi axê re mijûl bibin.Lİ bajar mirov nikara pêşî li nexweşiyan bigire û bi tevahî ji xwezayê dûr dikevî. Divê ku tenê di rewşên waiha zehmet de xweza neyê hişê mirovan. Xweza timik hilberîner e. Divê bi hezaran ciwanên ku bê kar dimînin demildest vegerin xweza, çandinî û hilberînê.”   ‘DIVÊ BI ÇANDINIYÊ RE MIJÛLÎ ÇÊBIBE’   Xizmê Pala Seyîtxan Pala jî destnîşan kir ku Beşa Endezyariya Înşaatê mezûn bûye û wiha got: “2 sal in ez mêşvaniyê dikim. Min ji projeya piştgiriya çandiyê ya cotkarê ciwan sûd wergirt û 50 kewarên mêşan girt. Niha min derxistiye 70 kewarî. Êdî bajar hatine asta ku mirov nikare li wan bijî. Divê ku hemû ciwan bi çandiniyê re mijûl bibin. Divê ji bo hilberînê ciwan vegerin gund û xwezayê.”   MA / Mujdat Can