Testên girtiyan nayên kirin 2020-04-14 09:01:06   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku bi şewba Covîd-19'yê re pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûne û got, girtiyên nîşaneyên nexweşînê di wan de hene sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û testên wan nayên kirin.    Piştî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê belav bû, yek ji qadên bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye jî girtîgeh in. Di vê çarçoveyê de li meclîsa Tirkiyeyê hevdîtinên pêşnûmaya qanûna înfazê ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin didomin û herî dawî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul daxuyandibû ku li 5 girtîgehên vekirî di 17 hikumxwaran de teşxîsa Covîd-19'yê hatiye danîn û ji van hikumxwaran 3 jê jiyana xwe ji dest dane û tedawiya 13 heban jî didome.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD) Parêzer Gulseren Yolerî, anî ziman ku bi şewbê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêdetir bûne.    Yolerî, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêk pir zêde bûne û got, yek ji van pirsgirêkan jî tijebûna girtîgehan e. Yolerî, destnîşan kir ku ji ber vê yekê şewb ji bo girtiyan xetereyeke mezin e û got: "Ji ber girtîgeh tije ne, ji bo parastina ji şewbê mesafeya civakiyî ne pêkan e. Her wiha ji ber ku amûrên paqijiyê paş nayên dayîn û bi fiyetekî biha tên firotin li dijî şewbê tevdîrgirtin ne mimkun e."    WAN NABIN NEXWEŞXANEYAN, TEST NAYÊN KIRIN   Yolerî, anî ziman ku di dema şewbê de li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûne û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku girtî bi rêya malbatên xwe radigihînin wiha rêz kir: "Ji ber şewbê amûrên parastinê nayên peydakirin. Girtiyên nîşaneyên nexweşînê bi wan re hene sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û testên wan nayên kirin. Gava test tên kirin jî encamên wan nayên parevkirin. Girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hene û yên tim divê bên tedawîkirin, tedawiya wan hatiye sekinandin. Çûna revîrê mehê kirine carek. Di bin navê lêgerîn û jimariyê de gardiyan dikevin qawîşan, ev jî xetereya belavbûna şewbê zêdetir dike."    Parêzer Yolerî, diyar kir ku ji xeynê daxuyaniyên Wezîr Gul li ber destê wan agahiyên der barê girtiyên bi şewbê ketine, li nexweşxaneyan di karantînayê de ne an jî jiyana xwe ji dest dane tunene.    Yolerî, destnîşan kir ku di vê pêvajoya şewbê de gelek kes ji bo binpêkirina mafan serî li wan didin û bal kişand ser girîngiya parvekirina agahiyan. Her wiha Yolerî xwest, malbatên ku bi telefonê bi xizmên xwe yên girtî re diaxifin rewşa tenduristiya girtiyan, tevdîrên li girtîgehan ên li dijî şewba coronayê bipirsin bi hejmara telefonê ya 0212 244 44 23 û navnîşana maîlê ya istanbul@ihd.org.tr bi wan re parve bikin.    Yolerî, destnîşan kir ku wê pirsgirêkên li girtîgehan bi piştevanya derve ya ji bo girtiyan çareser bibin û ji bo rewşa girtiyan û girtîgehan bang li raya giştî kir.    MA / Erdogan Alayûmat