Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê hat qebûlkirin 2020-04-14 07:52:18 ENQERE - Pêşnûme qanûna ji 70 xalan pêk dihat û girtiyên siyasî naxe nava xwe li meclîse hat qebûlkirin.    Pêşnûme qanûna înfaza ceza ya ji 70 xalên ku girtiyên siyasî dixe nava xwe û rê li pêş berdana 90 hezar girtiyên edlî vedike ya ku mûxalefetê navê "efûya taybet" lê kir li meclisê hat qebûlkirin. Zagon li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin. HDP, CHP û ÎYÎ Partî xwestin ku li ser temamiya pêşnûmeyê dengdana vekirî bê kirin, lê ev daxwaza wan hate redkirin. Dengdan bi rêbaza elektronîk hate kirin. Di dengdanê de 330 parlamenterî deng bi kar anîn. 279 parlamenterî dengê 'erê', 51 parlamenterî jî dengê 'na' dan û di encamê de pêşnûme hate qebûlkirin. Mûxalefetê têkildarî pêşnûmeyê daxwaza 210 guhertinan kir, lê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP'ê hate redkirin. Balkêş bû dema deng hat dayîn Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî hat salona meclîsê.    HDP: LI SIYASETMEDARÊ KURD Û ROJNAMEGEREN MUXALÎF NEFIKIRÎN    Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz diyar kir ku bi vê zagona înfazê daxwaza siyaseta muxalefeta civakî li ber çavan nehatiye girtin. Kaçmaz, anî ziman ku bi vê pêşnûmayê kesên muxalif ên ku Serokomar Erdogan û îxtîdara AKP'ê wan wekî terorist dibîne bû zagon û li siyasetmedarên kurd, rojnamegerê muxalif û girtiyê nexweş nefikrîne. Kaçmaz, da zanîn ku îqtîdara AKP'ê li mirîşkên ku li girkîgehê dimînin fikiriye û wiha got: "Bi îmzeya AKP û MHP'ê ev daxwaz li dijî têkoşîna vîrûsa corona nehatiye meclisê. Dema em li vê pêşnûna AKP û şirîkê wê dinerin, pornografiya zarokan û sucdarên ku mêtîngeriya cînsîya zarokan hatiye kirin tên efûkirin. Faîlên ku pornografiyê pêşkêşi zarokan dikin û teşwîki fûhûşê dikin tên efukirin. Bi vê zagonê tovê dijminantiyê li ser axa welat çandine.