Platforma Tenduristiyê ya Amedê: 300 kes di karantînayê de ne 2020-04-13 16:43:58 AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê, diyar kir ku li bajêr tedawiya ji 150’î welatiyan zêdetir dewam dike û ji 300 zêdetir welatî li malên xwe dibin karantînayê de ne. Platforma Tenduristiyê ya Amedê, derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bil ez belav dibe de daxuyaniyek nivîskî weşand. Platformê, di daxuyaniyê de diyar kir ku li bajêr tedawiya ji 150’î welatiyan zêdetir dewam dike, ji 300 zêdetir welatî li malên xwe dibin karantînayê dene û 14 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dane.   10 XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ BI ŞEWBÊ KETIN   Platformê, da zanîn ku ji 10 xebatkarên tenduristiyê bi şewbê ketin û wiha got: “Tedawiya van xebatkarên tenduristiyê dewam dikin. Hin ji van xebatkaran jî li malên xwe dibin karantînayê dene. Li bajêr divê li dijî vîrûsê têkoşînek mezin bê kirin. Lazime ku em têkoşîna bi covîd-19’an re li derve jî dewam bikin.”    ‘DIVÊ BÊ ŞERT Û MERC GIRTÎ BÊN BERDAN’   Platformê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan jî û wiha bi dawî kir: “Girtî û hikumxwar bê şert û merc divê bên berdan. Rîska ku vîrûs li girtîgehan belav bibe pir zêde ye. Ji ber vê, divê girtiyên extiyar, girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk heyîn û zarok bi lezgînê bên berdann.”