Serlêdana Agît Îpek li meclisê hat kirin 2020-04-13 16:05:49 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, dayîna cenazeye Agît Îpek a bi kargoyê weke “sûcê mirovahiyê” nirxand û ji Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê daxwaz kir ku bi awayekî lezgîn bûyerê bigire rojeva xwe.   Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî şandina cenazeye Agît Îpek a bi kargoyê, daxwaznameyekê da Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê. Koçyîgît, di daxwaznameyê de ji komîsyonê daxwaz kir ku bûyerên îşkencekirina cenazeyan, astengkirina mafê definkirinê û şandina cenazeyan a bi kargoyê bigire rojeva xwe û kesên berpirsyariya wan heye tespit bike û ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn bi armanca diyarkirina pêşniyaran raporek amade bike.