Ji KCD’ê daxuyaniya Mistefa Selîmî 2020-04-13 15:45:20 AMED – KCD, bertek nîşanî teslîmkirina siyasetmedarê kurd Mistefa Selîmî ku piştî serhildana li girtîgeha lê derketibû, firar kiribû û derbasî Herêma Kurdistanê bûbû û ji aliyê Îranê ve hatibû dervekirin da.   Siyasetmedarê kurd endamê PDK-Î’yê Mistefa Silîmî, piştî serhildana ku li girtîgeha bajarê Seqizê derketibû, firar kiribû derbasî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bûbû. Selîmî ji vir radestî Îranê hatibû kirin û hatibû darvekirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî radestkirin û darvekirina Selîmî daxuyaniyeke nivîskî da.   ÎXANETA NETEWEYÎ   KCD’ê, diyar kir ku Selîmî 17 salan li girtîgehên Îranê girtî maye û piştî radestkirina xwe ya Îrane, di 11’ê nîsanê de li Girtîgeha Seqizê ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hatiye darvekirin û wiha got: “Destpêkê em rejîma faşîst a Îranê ku di sedsala 21’emîn de li ber çavê Cîhanê mirovan darve dike û di hiqûqa xwe ya hovane de israr dike, şermezar dikin. Wê hêza van kesên ku di hiqûqa hovane de israr dikin têra têkbirina têkoşîna gelê kurd neke. Ferqa kesên ku Selîmî telîm kirin û Selîmî darve kirin ji hev tuneye. Ev îxaneta neteweyî ye. Divê kesên ku Selîmî teslîm kirine bên tespîtkirin û bên darizandin. Em bang li Rejîma Faşîst a Îranê dikin ku destê xwe ji xwîna kurdan vekişîne û li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere.”