Li Mêrdînê hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an 2020-04-13 15:37:50   MÊRDÎN - 2 gundên din ên girêdayî Şemrex û Artûklû ji ber vîrîsa koronayê xistin karantînayê. Bi vî awayî hejmara gundên li bajêr xistin karantînayê derket 7’an.    Gundê Deramatîne yê navçeya Şemrexê û gundê Bernîşt ê navçeya Artûklû yên Mêrdînê ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) xistin karantînayê. Berê jî ji ber şewbê gundê Tibyad ê navçeya Qoserê, gundên Qurdîsê û Qesra yên navçeya Artûklû xistibûn bin qarantînayê.   Di heman demê, di 8’ê Nîsanê de, li gomê Heramiyê û gundê Endewl ên navçeya Dêrikê jî karantîna hatibû îlankirin û karantîna hîna dewam dike. Bi vî awayîli tevahiya bajêr hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an.