Xwestin nexweşxaneyên hatine girtin werin vekirin 2020-04-13 15:16:09   ENQERE – Komek xwest ji bo nexweşxaneyên bajêr li dijî têkoşîna şewbê werin vekirin daxuyanî bide. Polîsan çalakî asteng kir û rojnamegeran jî tehdît kir.    Platforma Nexweşxaneya Me Vekin xwest ji bo vekirina nexweşxaneyên bajêr ji ber şewba koronayê hatibûn girtin, dîsa ji nûve werin vekirin daxuyanî bide. Polîsan cihê çalakiyê ber Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê dorpêç kir û bi hênceta “mesafeya sosyal” daxuyaniyê asteng kir.    Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di kêliya çalakiyê de rojnamegeran bertek nîşanî sepana polîsan da. Polîsek rojnamegerek tehdît kir û got: “Ka tu bikişîne, tu yê bibînî.” Rojnameger bertek nîşanî polîs da û got: “Tiştek were serê min ev polîs berpirsiyar e.” Polîsan destûr neda rojnameger karê xwe bikin û wan ji ber nexweşxaneyê dûr kirin.    Li ser astengkirina çalakiyê parlamenteran li ser hesabên we weşana zindî kirin û xwestin nexweşxaneyên ji ber şewbê hatine girtin werin vekirin.