Li Idlibê barîqat danîn pêşiya dewriyeyê 2020-04-13 15:03:34   ÎDLIB – Idlibiyan, bertek nîşanî dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser rêya bejahî ya M4’an da û rê bi barîqatan girtin. Endamên Tarîr El Şamê, leşkerên tirk ku mdaxaleyî idlibiyan kirin asteng kirin.   Piştî şerê dijwar ê li Idlibê ku têde gelek leşkeran jiyana xwe ji dest da, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hevpeymanek hatibû îmzekirin. Di vê peymanê de biryar hatibû dayîn ku li ser rêya bejahî ya M4’an di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dewriyeyên hevpar pêk bên. Lê ev peyman heta îro li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne ji aliyê Tarîr El Şamê ve ne jî ji aliyê idlibiyan ve nehatiye qebûlkirin.   BERTEK NÎŞANÎ DEWRIYEYÊ DAN   Idlibiyan bertek nîşanî peymanê da û çalakiyeke din li çalakiyên xwe yên li dijî Idlibê zêde kirin. Idlibiyên ku beriya niha jî li dijî dewriyeyan çalakiya rêbirînê li dar xistibûn, vê carê jî rêya Neyrap û derdora wê ya ya li ser rêya bejahî ya M4’an birîn.   Di dîmenên ku li ser medya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku idlibiyan li gundê Trûnbah kon vedan e û rê birine. Tê dîtin ku idlibiyan rê bi kemçeyan kolane.   Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku leşker û polisên tirk bi mertal û çoyan mudaxaleyî idlibiyan dikin. İdlibiyekî ku milê wî tuneye, bi gotina, ‘Êdî hûn ê nekujin, derên ji vir, ev ax axa me ye’ li dijî mertalên leşkeran dertê.   HTŞ BÛ ASTENG   Di dîmenekî din ku li ser medya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku endamên Tarîr El Şamê, li dijî leşkerên tirk ku mudaxaleyî idlibiyan dikin, barîkat danîne û wan asteng dikin.