Meclîsa Gel a Mexmûrê banga rakirina ambargoyê kir 2020-04-13 14:32:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Gel a  Mexmûrê bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir da ku demek zûtirîn ambargoya li ser penaberên Mexmûrê rake. Meclîsê, diyar kir ku ger PDK nexwaze dirû derkeve, divê ambargoyê rake.     Ambargoya li ser wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 271’an deye. Bi derketina vîrûsa Koronayê re, roj bi roj metirsiyek mezin li ser şêniyên wargehê çêbûn. Bi taybet pêwîstiyên weke derman bi zorê têne peydakirin û Hikumeta Herêmê destûr nade ku ti alîkarî bikeve wargehê.   Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, bi daxuyaniyek çapemeniyê banga rakirina ambargoya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Daxuyanî ji aliyê endamê meclîsê Edban Yilmaz ve hate xwendin.   Daxwiyanî wiha ye: “Weke tê zanîn vîrusa koronayê li gelek cihên cîhanê, mixabin bi lezgînî belav dibe û her roj dibe sedem ku bi sedan mirov jiyana xwe ji dest bidin. Di van rojên ku mirovahî qeyranekî jiyan dike de her cure piştgîrî û alîkariya mirov didin hevdû, bêgûman pir binirxe û xwedî wate ye. Ger ku mijara gotinê alîkariya navxweyî ya gelê Kurd yê di bin dorpêça qirkirina çandî û fîzîkî de be ev piştgîrî zêdetir binirxe û cihê şanaziyêye.   Bi vê ferasetê em weke Meclisa Demokratîk ya Gelê Wargeha Penaberan Mexmûrê alîkariya kelûpelên tibî yên Hukumeta Başûr ji bo Rojavayê Kurdistanê kirine kêmbe jî binirx dibînin. Lê ji ber ku Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê milekî de ji parçeyek din ya Kurdistanê re alîkariyê dike û milekî de jî ambargoyek dijwar dide ser Wargeha me. Ger ku Hukumeta Başûr naxweze ev helwesta wan di raya giştî ya gelê Kurd de weke sîyasetek dirû were nirxandin, pêwiste li hember civaka gelê Kurd û tevahî mirovahiyê serî de Partiya Demokratîk Kurdistanê (PDK) û Hukumeta Başûrê Kurdistanê dilsoziya mirovahî û netewî li hember wargeha me pêk bînin.   Di dawiyê de em bang li raya giştî ya Kurd, taybet gelê me yê Başûrê Kurdistanê, mirovahiyê û rayedarên Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hember vê sîyaseta PDKê ya dervayî mirovahî û derveyî Kurdiniyê hişyarbin. Bêdeng nemînin û deng bidin qêrîna me.   Bangawaziya me ji bo Hukumeta Başûrê Kurdistanê jî ew e ku demildest dawî bi vê rûreşiya netewî bînin, lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin û  bila ambargoya ser wargeha me rojek beriya rojekî rakin.”