Xwişka Gulistan Dokû: Her tişt zelal e hûn li benda çi ne? 2020-04-13 13:01:47   DERSIM – Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku tiştên hatine serê xwişka wê zelal in û got: “Baş e çima hêj Zainal Abarakov nayê girtin? Sed roj in em li benda çi ne?”    Li Dersimê ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû (21) nayê girtin. Xwişka Dokû, Aygul Dokû li ser hesabê xwe medya civakî daxuyaniyek belav kir û got sed roj in xwişka wê hêj nehatiye dîtin.    'SED ROJ IN EM LI BENDA ÇI NE?'    Dokû da zanîn ku li bendava lêgerîna dîtina Gulistan lê didome 17 roj bere Esma Kiliçarslan a winda bûbû hat dîtin û got: “Em nizanin bi çi awayî hatiye dîtin. Lê belê Esma Kiliçarslan zû hat dîtin, lê komên rizgariyê hemû dibêjin Gulistan ne di avê de ye. Çimkî herikîna avê nîne û av sekinandî ye. Ez jî dipirsim, baş e Gulistan li ku ye? Tiştên hatine serê xwişka min zelal in. Baş e çima hêj Zainal Abarakov nayê girtin? Sed roj in em li benda çi ne? Ez bang li her kesî dikim. Bang li yên me birêve dibin, muxalefetê, yên behsa maf û hiqûqê dikin, parêzeran û her kesê zarokên wan keçik hene dikim. Sed roj in heke hûn ji keça xwe agahî negirin, hûnê çi bikin? Heke hûn bûna we yê ewqas sebir bikira?”