Piştî raperînê 220 girtî carek din hatin girtin 2020-04-13 12:32:23   ÊLIH – Di lêpirsîna têkildarî raperîna  Girtîgeha Êlihê de heta niha îfadeyên 220 girtiyan hatiye girtin û biryara girtinê ji bo wan hatiye dayîn.    Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê di 4’ê nîsanê de girtî û hikumxwaran ji ber guhertina qanûna înfazê serî hildabûn û şewat li girtîgehê derxistibûn. Piştî bidawîkirina raperînê 439 girtî û hikumxwar sewqî Girtîgeha Tîpa T  Amedê hatin kirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî girtî û hikumxwaran lêpirsîn da destpêkirin. Nayê zanîn derbarê çend girtî û hikumxwaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û heta niha bi rêya dîmen û deng SEGBÎS îfadeyên 220 girtiyan hatiye girtin. Her wiha dozgeriyê biryara nepeniyê da ser lêpirsînê. Tê gotin ku di lêpirsîna dozgeriyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hatiye berzkirin û raperînê ji qawîşa B-16 dest pêk iriye û hemû girtiyên li B4, B9, B10, B11, B15, B17, A13, A14, A15 beşdarî raperînê bûne û dirûşmên “ya îsyan ya mirin” berz kirine.    DERHEQÊ 220 GIRTIYAN DE BIRYARA GIRTINÊ    Girtî û hikumxwaran di îfadeyên xwe de diyar kirin ku beşdarî raperînê nebûne û zirar nedane kelûpelên hepse. Dozgeriyê heta niha ji bo 220 girtî daxwaza girtinê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Êlihê jî bi hênceta “Zirar dane malê dewletê, girtî û hikumxwar serî rakirine û li dijî nekirina wezîfeyê li ber xwe dane” biryara girtina 220 kesan da.    Hat zanîn ku lêpirsîn didome û tê gotin dibe hejmara kesên werin girtin zêde bibe.