Gulistan Doku 100 rojin winda ye: Dewletê ji bo neyê dîtin her tişt kir 2020-04-13 11:13:51 DERSÎM - Di ser windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzurê Gulistan Doku re 100 roj derbas bûn. Lê hêj tu agahî jê nayê girtin. Endama Komîsyona Ji bo Gulistan Edalet Dîlar Aras, diyar kir ku dê lêgerîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Dewletê ji bo Doku neyê dîtin her tişt kir. lê 100 sal jî derbas bibe emê lêgerîna aqûbeta Doku berdewam bikin."  Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû (21) ji 5’ê çileyê ve agahî nayê girtin. 100 roj borîn, lê hêj der barê wê de tu agahî tune. Ji xebatên lêgerînê yên ku bi mehan e ji bo dîtina Dokû tên kirin, tu encam derneketin. Tê gotin ku lêpirsîna derbarê bûyerê tê kirin, bi bandor nayê meşandin û li ser vê gelek nîqaş tên kirin. Rêxistinên sivîl û xwendekar pirsa xwe ya “Gulistan Dokû li kudere?” didomînin. Hemû gumanên bûyerê hevalê Dokû Zaînal Abarakov nîşan didin. Li bajar herkes dizane ku Dokû bûye qurbanê cînayetê. Lê ji ber ku bavê Abarakov polis e, ji aliyê rayedaran ve bûyer weke “întîharê” tê nîşandan.   Malbata Dokû, bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Waliyê Dersimê, Midurê Polîsan yê Dersimê û dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe re hevdîtin pêk anî. Rayedaran, her tim ji malbatê re ragihandin ku ew li Dokû digerin û wê bibînin û eleqeya Zaînal Abarakov bi bûyerê re tuneye û xwestin ku bi malbatê jî bidin qebûlkirin ku Dokû întîhar kiriye. Lê li gel vê yekê jî 100 roj in agahî ji Dokû naye girtin.   Rêvebera EMEP'ê ya Dersîmê Serpil Berk, diyar kir ku 100 rojin agahî ji Doku nayê girtin û wiha got: "100 roj borîn, lê heta niha tu şopa wê nehat dîtin. Lê li şûa ku Zainal bê lêpirsin, der bare wî de tu lêpirsîn nehat kirin. Terkrina wî ya bajar jî em wekî bûyerek ji rêze nabînin. Bi qasî tê xwestin lêpirsînek baş nehat kirin. Diwazin em tenê bifikirin ku Gulistan întîhar kiriye. Li vî bajarî her gava tê avêtin bi kamerayan tê şopandin. Çawa çê dibe ku cihê dawî Gulistan lê hat dîtin kamera xera bûye? Li gel di cihê dawî de xuya dike ku bi Zainal re hevditin kiriye, le dîsa ev yek nehat lêpirsin."    'EMÊ BIBIN ŞOPDAR'    Berk, anî ziman ku li ser gumana ku Gulistan hatiye kuştin an jî zor lê hatiye kirin ku întîhar bike ranawestin û wiha axivî: "Çawa dibe ku şikdarê herî nêzîk Zainal ji nişka ve bajar terk dike û der barê wî de tu lêpirsîn nayê kirin? Divê ev yek ji tundiya li dijî jinê ku her roj zêde dibe neyê fikirîn. Em diwazin lêpirsîn zelal bê kirin û agahiyan bidin gel. Heta ku berpirsiyar bê dîtin û darizandin emê dozê bişopînin û şopdarê dozê bin."    Endama Komîsyona Ji bo Gulistan Edalet Dîlar Aras î anî ziman ku Gulîstan Doku di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya jinê dowîs xistibû destê xwe û wiha got: "Dema em pirsa Doku dikin em her dem rastî tundyê ten. Ev yek polîtikaya dewletê ye. Dewletê ji bo Doku neyê dîtin her tişt kir. Mînaka Esma Kiliçarslan heye. Ev rastiya polîtîkaya dewletê ye. Li aliyekî jin zêde têne qetilkirin, li aliyê din tundiya li ser jinan zêde dibe. Ji ber ku cezayê pêwist nadin faîlan û wan efû dikin. Lê ne 100 roj, 100 sal jî derbas bibe emê pirsa aqûbeta Doku berdewam bikin. 100 rojin lêpirsînek berfireh nehat kirin. Tenê li ser gumana întiharê radiwestin û dixwazin ser kuştin û zorlêkirina întîhare veşerin. "    EV CÎNAYET E   Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê Nurşat Yeşîl jî anî ziman ku windakirina Gulistan Doku ne bûyerek ji rêzê ye û wekî cînayet pênase kir. Yeşîl wiha got: "Ev ne bûyerek ku jinek întîhar bike. Ev tiştên ku pêş dikevin encama polîtikaya şerê taybet e. Encama şerê taybet ê li Dersimê tê meşandin e. Ger ku întîhar be jî divê perdeya pişt wê bê ronîkirin. Di rastiya xwe de ev bûyer cînayet e. Ger ku em jin bibin yek em3e i ser bikevin."    DIXWAZIN JI ROJEVÊ DERXIN   Nûnera Jinên Demokrat a Nû Sevcan Topal jî anî ziman ku dixwazin wekî intîharekê bidin nîşan û bûyerê ji rojevê derxin. 100 rojin hêj jinek nehatiye dîtin. Dixwazin bi vê yekê ser bûyerê bigirin û ji rojevê derxin. Jinên ku tên windakirin sedema îsyana meye."