Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn 2020-04-13 10:07:35 AMED - Di ser operasyona KCK'ê ya 14'ê Nîsanê ku li dijî siyasetmedar û hevşaredarên Kurdan re 11 sal borîn. Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay ku wê demê parêzer bû û di operasyona bi navê KCK/TM de hat binçavkirin û girtin wiha got: "Mirov nikare vê operasyonê tenê bike malê cemaetê. Ev operasyon ji AKP'ê ne serbixwe bû."  Heta niha li dijî siyasetmedarên kurd gelek operasyon çêbûn. Parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Doğan, Leyla Zana, Hatip Dicle û Selim Sadak bi operasyonekê hatin girtin û 10 salan girtî man. 15 sal şûnde dîsa li dijî siyasetmedarên Kurd operasyon pêş xistin. Vê carê bi navê Meclisa Tirkiye ya KCK'ê operasyon li dra xistin. Di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedar, parêzer, hevşaredar û rojnamegerên Kurd operasyon dan destpêkirin û vê operasyonê nêzî 2 salan berdewam kir. Di operasyona ewil de 52 siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Di operasyonê de cîgirê Hevserokên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Kamuran Yuksek, Bayram Altun û Selma Irmak jî di navde 52 kes hatin binçavkirin û girtin. Di operasyona 17'ê Hezîranê de endam, rêveberên DTP'ê jî di navde 18 kes hatin binçavkirin û girtin. Di operasyona sêyemîn de jî sendîkavan kirin hedef. Di 11'ê Îlona 2009'an de 35 sendîkavan hatin binçavkirin û girtin.    Di operasyona 24'ê Kanûna 2009’an de siyasetmedar û hevşaredarên Kurd kirin hedef. Di vê operasyonê de destê hevşaredar û siyasedmedarên kurd kelepçe kirin û li pêş edliye rêz kirin. Di vê operasyonê de 36 kes hatin binçavkirin, 8 kes li dozgeriyê hatin berdan, Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Cizîrê Aydın Budak, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekin, Şaredare Sûrê Abdullah Demirbaş, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengiz, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahin, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Pîranê Abdullah Akengin, Wekîlê Şaredarê Amedê Ali Şimşek, Serokê Şaxa ÎHD'ê Muharrem Erbey  hatin girtin. Dîsa Siyasetmedare Kurd Hatîp Dîcle ku berê jî 10 salan girtî mabû di vê operasyonêde disa hat binçavkirin û girtin.    WÊNEYÊ BI KELEPÇE BÛ DÎROK    Di nava operasyonên li dijî siyasetmedaran ya ku herî derket pêş, operasyona ku destê siyasetmedarên kurd kelepçe kirin û li pêş edliyê rêz kirin bû. Di ser operasyonên li dijî siyasetmedaran re 11 sal derbas bûn. Lê wêneyê siyasetmedaran ê dest bi kelepçe cihê xwe di rûpelên dîrokêde girt. Di operasyonên Doza Sereke ya KCK'ê yên Amedê de 154 siyasetmedarên Kurt hatin darizandin. Operasyona ku di 14'ê Nisana 2009'an de dest pê kir, heta payiza 2011'an berdewam kir. Di navbera 4-28'ê Cotmeha 2011'an de vê carê li Stenbolê li dijî siyasetmedar, parêzer, rojnamegerê Kurd bi heman navî operasyon hat destpêkirin. Rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar û parêzer jî di navde 205 kes hatin binçavkirin û 147 kes hatin girtin û di bin navê Operasyona Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê hatin darizandin. Darizandin hêj didome.    Di 22'ê mijdara 2011'an de parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn hedef û 46 parêzer hatin binçakirin. Ji wan 33 parêzer hatin girtin. Darizandina parezeran didome. Di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya Kurd operasyon hat destpêkirin. Di navde xebatkarên DİHA, Azadiya Welat û Ozgur Gundemê jî heye 49 rojnameger hatin binçavkirin û 36 kes hatin girtin. Doza rojnamegeran hêj didome. Operasyona dawî ya bi navê KCK'ê herî dawî di 13'ê Çileya 2012'an de hat kirin. Di vê operasyona Navenda wê Stenbol de li  17 bajaran 39 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û 31 siyasetmedar hatin girtin. Di operasyona salên 2009-2011'an de ku ku li dijî pêşengên Kurdan hat kirin de  bi sedan siyasetmedar, parezer, rojnameger, akademîsyen û sendîkavan hatin binçavkirin û girtin,. Bihezaran sal ceza li wan hati birîn. Darizandina gelekan hêj didome.    Rayedarên ku wê demê li dijî pêşengên Kurdan bi navê Operasyona KCK'ê operasyon li dar xistin, piştî darbeya 15'ê Tirmeha 2016'an di bin nave "Endamtiya FETO" de hatin binçavkirin, girtin û niha tên darizandin. Lê her çend wekî operasyona "Rêveberiya FETO" tê zanîn ji operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd berdewam dike.    DOZÊ 10 SALAN BERDEWAM KIR   Darizandina doza KCK'ê ya Amedê 10 salan berdewam kir û li 99 kesan ceza hat birîn. 55 kesan beraet kir. Dadgehê bi giştî Hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj ceza li siyasetmedaran birî. Dadgeha Bilind biryara 2'emîn Dadgeha Cezıayên Giran a Amedê xera kir û cezayê 59 kesan ê bi giştî 475 sal cezayê girtîgehê erê kir. Dadgehê Cezayê 2 parlamenterên Kurd û hemû Şaredarên ku wê demê hatibûn girtin erê kir.    DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ    Piştî darbeya 15'ê Tirmehê disa operasyona li dijî siyasetmedarên Kurd berdewam ki. Vê carê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş bi "Darbeya 4'ê Mijdarê" hatin binçavkirin û girtin. Ji 102 şaredariyên Kurdan qeyûm tayînî 96 şaredariyan kirin. Hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an HDP'ê dîsa şaredarî qezenç kirin û di Tebaxa 2009'an de dîsa dest bi operasyonan kirin û qeyûm tayînî 40 şaredariyan kirin.    Di van operasyonên li dijî siyasetmedar, parêzer, rojnamegerên Kurd hatin kirn de yek jî Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay bû. Gunay, di operasyona ewil a 14'ê Nîsanê de di nava 52 kesan de hat binçavkirin û girtin. Pişti 5 salan girtî ma di 13'ê Nîsana 2014'an deserbest hat berdan. Gunay, ji operasyona Doza Sereke ya KCK'ê beraet kir.    'BI OPERASYONAN XWESTIN TEVGERA SIYASÎ YA KURT TASFIYE BIKIN'    Gunay, bi minasebeta salvegera operasyonên KCK'ê yê li dijî siyasetmedarên kurd nirxandin kir. Gunay, diyar kir ku Operasyonê Doza KCK'ê ya Meclîsa Tirkiyeyê  bi hevkariya AKP û Cemaeta Fettullah Gulen  pêk hatin û wiha got: "Bi van operasyonan xwestin tevgera siyasi ya Kurdan tasfiye bikin. Gunay anî ziman ku piştî AKP bi serê xwe bû îqtîdar ji bo her tim îqtîdara xwe mayinde bike nexwes ku kes li hemberhî wê bi hêz bibe û li gorî wê polîtîka û bername pêş xist. Gunay, da anîn ku li aliyekî polîtîkayên ku deng û hêza Kurdan bi dest bixe meşand û li aliyê din jî ji bo hêza siyaseta kurd tasfiye bike polîtika pêş xist û wiha got: "Em dinerin ku DYA, Tirkiye û Iraq bi meranizmaya sêgoşe hewl didin ku PKK'ê tasfiye bikin. Ji bo vê yekê bê navber dicivin. Li gel vê yekê kesên aştî û çareseriyê dixwazin, ji PKK'ê dixwazin ku şensek din bidin siyaseta demokratîk. Di hevdîtinên parêzeran ên bi Birez Ocalan de ji bo Partiya Civaka Demokratîk (DTP) pêş bikeve, tevli siyaseta demokratîk bibe, fikra ku şertê siyaseta demokartîk pêş bikeve li pêş bû. Piştî hilbijartina 29'ê Adara 2009'an AKP di hilbijartinên li Kurdistane de têk çû. DTP'ê gelek şaredarî ji destê AKP'ê derxist. Piştre di sibeha 14'ê Nîsanê de bi navê operasyona Meclîsa Tirkiye ya KCK'ê operasyon li dar xistin. Bi vê yekê DTP kirin hedef û rê li peş siyaseta demokratik girtin. Bi van operasyonan rê li pêş çareseriyek bi ewle û tenduristî girtin.      ZAGONA DEWLETÊ TEPISANDIN, GIRTIN Û TASVIYE BIKE YE   Gunay, da zanîn ku ji roja tevgera siyaseta legal a Kurd pêş ketiye heta niha polîtîkayêni tundî, zext, girtin û tasfiyekirinê berdewam dike û wiha bi dawî kir: "Hişmendiya dewletê ya komkujiya siyasî ne nû ye. Di sedsala dawî de Kurd ji hemû maf û daxwazên xwe yên rewa û azadiyê bêpar tê hiştin. Kurd ji bo van daxwazên xwe rastî polîtîkayên tundî, tasfiyeye tên. Ji pêvajoya DEP'ê heta niha, Kurd ji bo siyaseta demokratîk têdikoşin. Ji bo azadi û çareseriye têdikoşin. Her çend aktor û kesên di nava dewletê de tên guhertin jî hişmendî nayê guhertin. Operasyona KCK'ê bi destê cemaetê kirin. Niha jî heman operasyonên li dijî HDP û KCD'ê bi AKP'ê didin kirin. Lê Kurd di têkoşîna azadiyê de bi israr in. Ji ber vê yekê ev polîtîkaya tundî, tepisandin û tasfiyê îflas kiriye.    MA / Aydin Atay