Kontrola asansorê ji TMMOB’ê girt, da şîrketek nêzî AKP’ê 2020-04-13 09:17:49 AMED  - Şaredariya Rezanê, hevpeymana bi Navenda Kontrola Asansoran (AKM) a Şaxa TMMOB a Amedê re bi yek alî fes kir û karê kontrolkirina periyodik a salane ya asansoran da şîrketeke nêzî AKP’ê. Îzzet Yildizhan ê AKP’î û Parlamenterê CHP’ê Tuncay Ozkan vê Şîrketa AND bi hevre bi rêve dibin.    Piştî Rêziknameya Kontrola Periyodik a Asansoran hat weşandin, di sala 2012’an de şaredariyên navçeyan neçar man ku bi saziyên muayeneyan hevpeymanên kontrolkirin periyodîk îmze bikin. Di vê çarçoveyê de peyman bi Navenda Kontrola Asansoran (AKM) ku dibin banê Odeya Muhendîsên Makîne (TMMPB) de kar dike re hat îmzekirin. AKM, li tevahiya Tirkiyeyê, dinava sînorê ji 300 şaredariyan zêdetir de xebatên xwe yên kortrolên periyodik ên asansoran bi rêve dibe.    Berî hilbijartina herêmî, protokola Navenda Kontrola Asansoran (AKM) a TMMOB’ê bi gelek şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hebûn. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê hatin kirin, protokolên hebûn bi yek alî hatin fes kirin û hevpeyman hatin nûkirin.    Piştî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê Zeyyat Ceylan ê HDP’ê şaredariya Navçeya Rezan a Amedê ji sedî 70 deng girt û qezenc kir. Lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta Ceylan bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin, mazbataya Ceylan da bû namzetê AKP’ê yê Rezanê Huseyîn Beyoglû. Beyoglû, kontrolkirina periyodik a salane ya asansoran ji Odeya Muhendîsan a Makîneyê girt û da şîrketa Îzzet Yildizhan ê nêzî AKP’ê ye û Parlamenterê CHP’ê Tuncay Ozkan ku bi hevre hevkarin. Di heman demê de vê şîrketê, karê kontrolkirina asansorên gelek şaredariyên AKP û CHP’ê jî girtine.    Şaxa MMO ya Amedê, li dijî vê yeke serî li Dadgeha Îdarî ya Amedê da û ev biryar îtîraz kir.    MA / Lezgîn Akdenîz