Girtiyê nexweş ê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê bernadin 2020-04-13 09:17:08   OSMANİYE - Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya yê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê û 3 caran kirin beşa lezgîn bernadin. Keça Kaya Dîlan Kaya, got “Dengê  me bibihîn” û xwet bavê wê bê berdan.    Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê girtiye, ev 20 rojin wî di navbera girtîgeh û nexweşxanê de tînin û dibin. Kaya yê di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û dûre xwîn çû ser mejiyê wî, 3 caran kirin beşa lezgîn. Kaya yê cara duyemîn kirin beşa lezgîn, ji bo wî gotin “Rewşa wî başe” û di 11’ê Nîsanê de cardin şandin girtîgehê. Kaya carek din li nexweşxanê nebaş bû û dîsa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osamaniyê û kirin beşa lezgîn. Malbata Kaya ya ku  fikara rewşa wî dike, xwest demildest bê berdan û bi awayekê azad bê dermankirin.    'ŞERTÊN GIRTÎGEHÊ JI BO BAVÊ MIN NE BAŞIN’   Keça Kaya Dîlan Kaya, bal kişan ser rewşa bavê xwe û wiha axivî: “Bavê min di 20 rojan de 3 caran kirin beşa lezgîn. Ji ber êşa sing û zikê xwe 4 caran jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Em tu wateyê nadin vê rewşê. Ger rewşa wî baş be, wê demê çima nebaş dibe û tim radikin nexweşxanê. Em dixwazin bavê min baş bê dermankirin. Dema ku krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî, 5 rojan di beşa lezgîn de hiştin. 5 rojan jî di qawîşa hikumxaran de ma. Dûre paşve birin girtîgehê. Wî her tim dibin nexweşxanê û dûre paşve dibin girtîgehê. Niha dîsa di beşa lezgîn deye û rewşa wî cîdiye. Ji me re gotin kezeba wî tejî av bûye. Şertên girtîgehê ji bo bavê min nebaşin. Ne pêkane ku di van şertan de baş bibe.”    'DIVÊ BERDIN’   Kaya, diyar kir ku nexweşxanê bi tu awayî agahî nedan wan û wiha got: “Me bi derfetên xwe agahî derbarê bavê min de girtin. Ji bo ku cezayê bavê min bê talûqkirin me serî li Dadgeha Înfazê ya Osmaniyê da. Lê tu bersiv ji bo me nehat dayîn. Ez naxwazim bavê min bimire. Dengê me bibihîzin. Di girtîgehê de nikare debara xwe bike. Berî ku tiştek bi bavê min were dengê me bibihîsin.”   'NE PÊKANE KU DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor jî, diyar kir ku ne pêkane Kaya di girtîgehê de bimîne û wiha got: “Bijîşkan dan zanîn ji ber şewba vîrûsa koronayê ew nikarin Kaya di nexweşxaneyê de bigirin. Ji ber vê yekê berî ku dermankirina Kaya bi dawî bibe paşve şandin girtîgehê. Jiyana Kaya di talûkê deye. Nexweşiya wî ya dil heye. Di vê di nexweşxaneyek baş de bê tedawîkirin. Ji ber rapora nikare di girtîgehê de bimîne cezayê Kaya carekê hatibû talûqkirin. Lê ligel vê jî niha dibêjin dikare di girtîgehê de bimîne. Sabrî Kaya niha têkoşîna jiyan û mirinê dide. Ji bo parastina jiyana Kaya û dermankirina wî divê demildest cezayê wî bê rawestandin û berdana.”   MA / Hamdullah Kesen