ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2020'AN 2020-04-13 09:01:10   * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbata wî re hatî şandin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan ji berê heta îro hiqûqa dijminatiyê ye û got: “Şandina cenaze ya bi PTT’ê polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê Kurd nîşan dide."    * Rêxistinên tenduristiyê, biryara qedexeya derketina kolanan a 2 rojan weke “Sosretiyê” nirxandin û gotin: “Bi nêzîkatiya di nava heftiyê de bixebite û dawiya heftê jî derneke derve, têkoşîna bi şewbaş pandemiyê re nabe. Hikumet li şûna tenduristiya gel berjewendiyên sermayedaran difikire.”   * Yek ji dildarên Tevna Piştevaniyê ya li Îzmîtê piştî şewba vîrûsa korona  hat avakirin Çetîn Ak, diyar kir ku wan kampanya “Em tev ji bo hev” dan dest pê kirin û got: “Em hedef dikin ku ji avahiyan heya taxan, ji taxan heya navçeyê tevnek mezin ava bikin.”    * Malbatên girtiyan, bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya girtiyên siyasî ji derveyî wê hat hiştin û li Meclîsê tê nîqaşkirin dan û gotin: “Di hundirê qanûna înfazê de kîn neyartî heye. Em ditirsin ku şewb bikev girtîgehan. Rojek berî rojekê divê girtîgeh bên vale kirin.”    * Pereyek pir zêde ji girtiyekê bê berdan dixwazin. Hat diyar kirin ku hezar TL ji girtiyekê bê berdan û ji Sêrtê heya biçe Colemêrgê xwestin.    * Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya yê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê û 3 caran kirin beşa lezgîn bernadin. Keça Kaya Dîlan Kaya, got “Dengê  me bibihîn” û xwet bavê wê bê berdan.    * Şaredariya Rezanê, hevpeymana bi Navenda Kontrola Asansoran (AKM) a Şaxa TMMOB a Amedê re bi yek alî fes kir û karê kontrolkirina periyodik a salane ya asansoran da şîrketeke nêzî AKP’ê. Îzzet Yildizhan ê AKP’î û Parlamenterê CHP’ê Tuncay Ozkan vê Şîrketa AND bi hevre bi rêve dibin.    * Pêşketinên derbarê vîrûsa koronayê de wê bên şopandin.    * 4'Emîn danişîna siyasetmedarên kurd Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin.