Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 1198’an 2020-04-12 20:21:08 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, danayên rojane yên têkildarî vîrûsa korona ya li Tirkiyeyê aşkere kir. Koca, diyar kir di nava 24 saetan de, 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 789’an kes bi vîrûsê ketin. Li gorî van danayan, hejmara kesên mirin gehişt 1198’an. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê, danayên rojane yên têkildarî vîrûsa korona (Kovîd-19) ya li Tirkiyeyê aşkere kir. Koca, diyar kir di nava 24 saetan de, 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 789 kes bi vîrûsê ketin. Koca, da zanîn ku bi giştî hejmara kestên bi vîrûsê ketin 56 hezar û 956 û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan jî derket 1198’an. Koca, dest nîşan kir ku hejmara kesên baş bûn jî gehişt 3 hezar û 446’an.