Feleknaz Uca: Dixwazin girtîgehan bikin goristanên komî 2020-04-12 16:34:23   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku îqtîdara AKP-MHP'ê dixwazin bi vê zagona înfazê girtîgehan bikin goristanên komî û wiha got:"Divê di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berdin."    Niqaşên li ser zagona înfazê ya cudakariyê dixe nava girtiyan û îqtîdara AKP- MHP'ê anî rojeva meclîsê, didome. Zagona ku ji 70 xalan pêk tê, 30 xal wekî ku AKP û MHP dixwaze di meclisê re derbas kirin. Her çend bertek û nerazibûn zêde bin jî AKP-MHP di derbaskirina vê zagonê de israr dike. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê, Komîteya Peşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT),  Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û gelek rexistinên navneteweyî ji bo ku Tirkiye girtiyên siyasi serbest berde zorê li Tirkiye dike, lê Tirkiye hêj bi girtina mirovan eleqeder dibe. Uca, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze bi vê zagonê girtîgehan bike goristanên komî û wiha got: "Divê di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.    ‘ÎQTÎDAR SIYASETA CUDAKARIYÊ DIKE'    Uca, anî ziman ku li gelek welatên cîhanê girtigeh hatine valakirin, lê îqtidara AKP-MHP'ê hewl dide girtiyên siyasî di girtîgehan de bihêle. Uca, da zanîn ku hikûmet dê bi vê zagona înfazê dixwazin hemu kesên tev li sûcê cînayetên jinan bûne, dest dirêjî zarokan kirine, tecawiz kirine serbest berdin û wiha got: "Niha parazanên mafê mirovan, siyasetmedar, parêzer, rojnameger ji ber fikrên xwegirtî ne. Lê di fikra yekemîn a xala 10’emîn a Destûra Bingehin de diyar dike ku her  welatî di aliyê ziman, bawerî, nijad, reng, zayend, fikr û felsefe de wek hevin. Divê beyi cudakariyê têxin nava wan hemû li pêş zagonê wek hevin. Lê dema em li 70 xalên zagona înfazê dinerin em dibînin ku cudakakariyê dixin nava girtiyan. Li dijî rêgeza Destûra Bingehîn a Wekheviyê ye."    Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona hemû cîhanê tehdît dke de li hemû cîhanê bang tê kirin ku girtî serbest bêne berdan. Lê Tirkiye li şuna van bangan esas bigire kesên nû digire û dişîne girtîgehan. Piştî serhildana Girtîgeha Êlihê girtî sewqî Girtîgeha Amedê kirin. Girtî rastî tundiyê hatin. Li Girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe tundi zêde dibe."    DIVÊ GIRTÎGEH NEBIN GORISTAN    Uca, anî ziman ku zagona înfazê ya li meclîse tê niqaşkirin dûrî edalet, wekhevî û mafên mirovan e û wiha bi dawi kir: "Divê girtîgeh nebin goristan. AKP bi zagonên cudakariyê dixwaze girtîgehan bike goristan. Mafê jiyanê yên mirovan pîroz e. Divê mafê jiyanê bê parastin. Ger ku ev zagon wisa derbas bibe dê komkujiyên mezin peş bikevin.    DIVÊ OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊNE BERDAN   Di serî de divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemu girtiyên siyasî bêne berdan. Ji bo li ser vê axê axtî, demokrasî, edalet û wekhevî pêş bikeve dive hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan. Ji bo girtîgeh nebin goristan dive hemû girtî bêyî cudakarî tev serbest bêne berdan."