Sancar: Divê Wezîrê Karên Hundir ji peywirê were girtin 2020-04-12 15:31:57   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku îlankirina qedexeya derketina derve ya di çarçovaye têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de li dijî Destûra Bingehîn e û ev tişt got: “Divê Wezîrê Karên Hundir îstifa bike û pêwistiya xeteya xwe bi cih bîne. Heke îstifa neke jî divê teqez ji peywirê were girtin.”   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li ser medya civakî têkildarî civîna Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe ku bi rêya vido konferansê pêk anîn û mijarên di rojevê de daxuyanî da.    ‘BIRYARA QEDEXEYÊ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’   Sancar, diyar kir ku hikûmettêkildarî vîrûsa koronayê polîtîkayeke ku civak û mirovan esas digire bi pêş naxe û wiha got: “Bi biryara xwe ya qedexeya derketina derve re vê polîtîkaya derxist holê. Bi biryara nişkave re dibe ku bi sed hezaran mirov bi vîrûsê ketin. Hikûmetê vê berpirsyariya xwe kir sutiyê mirovan û heqaretê li nivîskar û gel kir. Lê berpirsyarê vî tiştî hikûmet e. Biryara qedexeya derketina derve li dijî Destûra Bingehîn e. Rayeya Wezarî Karê Hundir a bi giştînameyê ragihandina qedexeya derketina derve tuneye. Ev desthilat girîngiyê nade mirovan û hiqûqê nas nake. Ji ber vê yekê gefa vîrûsê her ku diçe mezintir dibe.”   ‘DIVÊ SOYLÛ ÎSTIFA BIKE’   Sancar, daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya têkildarî qebûlkirina xetayê xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev xetayeke hêsan û nedîtina pêşiya xwe ye. Ev avêtina rîsqê ya jiyana xwe bi sed hezaran kesî ye. Divê Wezîrê Karên Hundir îstifa bike û pêwistiya xeteya xwe bi cih bîne. Heke îstifa neke jî divê teqez ji peywirê were girtin. Divê derkeve holê ku jiyana mirovana erzan nîne. Hikûmet nikare vê qrîzê bi rê ve bibe. Ev mijara ferasetê ye. Heke hûn civak û mirovan ji xwe re bikin navenda polîtîkayên xwe hûn nikarin van tiştan bikin. Ji ber ku hûn hilberandina li qadên mecbûrî nadine sekinandin dibin sedema belavbûna vîrûsê.”   ‘CIVAK VÊ ZIHNIYETA XERAB HEQ NAKE’   Di berdewama axaftina xwe de Sancar, têkildarî sererastkirina Înfazê jî axivî û têkildarî mijarê ev tişt got: “Naveroka sererastkirina înfazê teng tê girtin. Civak vê zihniyeta xerab heq nake. Tenê bi serastkirina înfazê cihêkariyê nakin. Ji niha şûn ve kesên li dijî desthilatê muxalefetê dikin dê di bin şertên hê girantir de bikevin girtîgehê. Bi taybetî ji bo kontrolkirina Înternet û medya civakî qanûnek amade dikin. Wê di rojên pêş de bê Lîjneya Giştî. Dibêjin bila Îdrîs Balûken bimire. Ev çi xerabî ye? Xerabiyeke din jî ku nirxên mirovahiyê tune têne hesibandin şandina cenazeye mirovekî ya bi kargoyê ye. Di ser de jî heqê kargoyê ji diya cenaze digirin. Ev di kîjan feraset, bawerî û siyasetê de heye.”