Çend wêne ji kolanên Amedê yên qedexe 2020-04-12 09:45:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji 31 bajarên ku ji ber şewba vîrûsa corona (Covit-19) derketina kolanan lê hat qedexekirin bajarê Amedê ye. Li Amedê ji ber qedexeya derketina kolanan, her der xalî ma û kolan bi sewalan ma.    Wezirê Karên Hundir ji bo tedbîrên li diji vîrûsa corona li 30 bajarên mezin û Trabzonê bi giştî li 31 bajaran ji bo 2 rojan qedexeya derketina kolanan îlan kir. Yek ji bajarên kolan lê hat qedexekirin Amed e. Piştî qedexeya derketina kolanan a li Amedê hemû kolan xalî man û kolan ji sewalan re man. Li kolanên herî qelebalix ên Amedê yen wekî kolanên Gevran, Ekinciler ên semta Ofîsa Yenîşehîrê û Qada Deriyê Çiyê ya Sûrê û kolanên Rezan ji ber qedexeya kolanan xalî man. Kolanên qedexe ji sewalan re man. Ji xeynî xebatkarên şaredariye û polîsan kes li kolanan neba û kolan xalî man. Anonsên ku polîs û zabiteyan bi kurdî dikirin û dixwestin welat ji malên xwe dernekevin bal kişand ser xwe.    Wêne: Gokhan Altay