Derûnas Çaki: Nehêlin fikar jiyana we kontrol bikin 2020-04-12 09:06:32   WAN - Derûnas Onûr Çaki, bal kişand ser texrîbatên sosyo-çandî û derûnî yê vîrûsa coronayê. Çaki, diyar kir ku têgiheke bi navê "koronofobî" daxilî jiyana mirovan bûye û got: "Nehêlin fikarên der barê vîrûsa coronayê de jiyana we kontrol bikin."    Derûnas Onûr Çaki, bandora vîrûsa coronayê (Covîd-19) ya li ser derûniya mirovan nirxand. Çaki, bal kişand ser texrîbatên sosyo-çandî û derûnî yê vîrûsa coronayê. Çaki, diyar kir ku têgiheke bi navê "coronofobî" daxilî jiyana mirovan bûye û got: "Nehêlin fikarên der barê vîrûsa coronayê de jiyana we kontrol bikin."    LI KU ME Û BER BI KU VE DIÇIM?    Çaki, bal kişand ser tevdîra "dimaldemayînê" ya li dijî vîrûsê û sînordarkirina qadên jiyanê û encamên erênî yên ji ber vê rewşê derketine holê. Çaki, got: "Ferd bi pirsa ez li ku me û ber bi ku ve diçim ve rû bi rû ma. Hêla wê ya din a erênî jî bû sedem ku dê û bavên tim guhê wan li ser kar bû baş pêwendiyê bi zarokên xwe re deynin û bi wan re eleqedar bibin. Bû sedem ku kes hay ji hêlên xwe yên pê nizanibû bihese."    Çaki, encamên neyînî yên ji ber coronayê derketine holê di bin 3 sernavan de kom kirin û wekî anksiyete, depresyon û koronafobî rêz kirin. Çaki, anî ziman ku ji roja ku ev şewb rojeva cîhanê meşgûl kiriye heya niha anksiyeta mirovan pir zêde bûye û got: "Gava mirov ji hêla depresyonê lê mêze bike, dibîne ku erkên hestî, fikrî, liv û tevgerî û laşî xirab bûne. Mirov dikare vê yekê bi taybetî wekî reşbîniyê, xemgîniyê û hîsa bêçaretiyê binirxîne. Koronofobî jî wekî nebaweriya di navbera mirovan de, îzoleya civakiyî, gumanbariyeke pir zêde, teoriyên komployî û bi giştî wekî fikrên paranoyak derdikeve pêşiya me."    'ZAROKAN DAXILÎ NAV KARÊN XWE BIKIN'    Çaki, destnîşan kir ku divê wextê li malê tê derbaskirin rast bê bikaranîn û tenduristiya ruhî û laşî bê xurtkirin. Çaki, bal kişand ser rewşa zarokan jî û got: "Bi taybetî jî divê hûn zarokan daxilî nav karên xwe bikin. Bi wan re sohbet bikin. Kar û barê malê bi şahînet bikin û berpirsiyariyekê bidin ser milê zarokên xwe. Mirov bi aktîvîteyên bi vî rengî dikare dema xw ebaş derbas bike û ev firsend e ku mirov tiştên baş hînî zarokê xwe bike. Pirtûkê carinan hûn û carinan jî bira zarokên we bixwînin. Gava dixwîne carinan têkevin navê û jê re bêjin, 'heger tu lehengê vê pirtûkê bûna te yê çi bikira?' Wê ev yek bandoreke erênî li pêşveçûyîna akademîk û hestî ya zarok bike." Her wiha Çaki ji bo mezinan jî xwendina pirtûkan, spor û xêzkirina wêneyan pêşniyar kir.    MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci