Guven: Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' vî tiştî nakin 2020-04-12 09:01:52   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven der barê cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbatê re şanin xwest ku rayedar dev ji îşkenceya li cenazeyan berdin û wiha got: “Cihê vê yekê ne di edaletê de, ne wicdanê û ne jî di mirovahiyê de heye. Kesên ku ji xwe re dibêjin 'Ez mirov im' vî tiştî nakin.”      Heta niha gelek cenazeyên zarokên Kurdan rastî êrîşên cûr bi cûr hatin. Cenaze tazî kirin û avêtin kolanan, li pey panzêran girêdan û bi erdê re kaş kirin, ji zinaran avêtin erdê, bi hefteyan li kolanan hiştin, zerî şê kirin, perçe kirin û êrîşî merasimên cenazeyan kirin. Herî dawî cenazeyê endamê HPG'ê Egîd Îpek bi PTT'ê ji dayika wî re şandin. Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemergê Leyla Guven der barê cenazeyê Egîd Îpek ê bi PTT’ê ji dayika wî re şandin de axivî.    ‘JI BER KU PIRSGIRÊKE KURD NAYÊ ÇARESER KIRIN ŞER TÊ JIYÎN’   Guven, diyar kir ku ji bo ku pirsgirêka kurd nehat çareserkirin bi salane şerek tê jiyîn û wiha got: “Dewletê destpêkê qebûl nekir ku şerekê heyî hin navên cuda bi navkir lê ev şerek bû. Ji ber ku ji her du aliyan mirin çêdibû, gund dihatin şewitandin, kiryarên nediyar hebûn bi her awayî komkujî dihatin jiyîn. Navê vê yê rastî şer e. Di vê pêvajoyê de rastiya dewleta Komara Tirkiyê ya ku bi konsepta kevin dixwaze bi rêve bibe heye. An ku dixwazin pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bikin. Ev rêbaz bi salane tên ceribandin. Me hemûya dît ku bi van rêbazan encam nayê girtin.”    ‘DIXWAZIN GELÊ KURD KONTROL BIKIN KA REFLEKSA WAN ÇIYE?’   Guven, da zanîn ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê Gelên Tirkiyê bedelên giran dan û wiha axivî: “Heke niha li Tirkiyê qeyraneke aboriyê hebe sedemê vê çaresernekirina pirsgirêka kurd û girêdayî wê jî şerê ku tê jiyîn e. Di nava vê rastiyê de nêzîkatiya cenazeyan jî heye. Pirsgireka kurd çiqas berdewam bike rêbazên ku Komara Tirkiyê serî lê bidin hene. Cenazeya îşkence bike, goristana xerab bike û heqaretê li miriya bike û bê rêziyê bike. Me ev tişt tim jiyan li ku jiyan bi Hecî Lokman Birlîk, bi Ekîn Wan, bi Dayika Taybet, bi Cemîle Çagırga û me di definkirina cenazeyê dayika Aysel Tuglûk de jiya û cenazeyê definkirî mecbûr man dîsa derxînin. Niha jî lawê Dayika Halîse bi kargoyê dişînin û teslîmî wê dikin. Dizanin ku ji vê tu encama nagirin lê dixwazin gelê kurd tahrîk bikin û kontrol bikin. Ka refleksa wan çiye? Gelê kurd refleksa xwe bi awayekî vekirî nişanda. Heke îro Dayika Halîse berxwedaneke bi rûmet nîşan bide tişta li dijî vê êşê daniye holê berxwedan e. An ku na rûne û bigirî, serê wê bilind e û vedibêje Dayika Halîse. Dibê ‘ev ji derveyî mirovahiyê ye, di tu olan de tiştekî wisa nîne. Hûn çiqas van tiştan bikin jî em ê wek gul û qurnefîl bizivirin. Zarokên me dê wisa bin.’”   ‘KESÊN MIROV TIŞTEKE WISA NAKIN’   Guven, dest nîşan kir ku bersiva herî mezin dayik didin û wiha berdewam kir: “Rastiya dayikan û gelekî ku bi polîtîk heye. Dayikên me vê hovîtiyê dibînin û bersiva xwe jî didin. Bi polîtîkayên ewlehiyê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Ev yek bi gelên tirkiyê dide winda kirin divê kesên ku li Tirkiyê siyasetê dikin bibînin. Konsepteke ser mirin û kuştinê bi kesê nade qezenç kirin. Em difikirin ku bi berfirehkirina eniya demokrasiyê dikarin bibin bersivên van nêzîkatiyên faşizan. Belê herî dawî derbarê van mijaran de Birêz Ocalan bang kiri bû. Bang li gelên tirkiyê jî kiribû ku dikarin lingê masê yê sêyemîn. Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi feydeyê herkesê ye. Em jî dibêjin ku heta pirsgirêka kurd negihe çareseriyekê pirsgirêkên din ên Tirkiyê nayên çareserkirin. Hemû girêdayî hev in. Ji ber wê yekê dev ji îşkence kirina cenazeyan berdin. Cihê vê ne di edaletê, ne wicdanê û ne jî mirovahiyê de heye. Kesên ku ji xwe re dibêjin mirov vê tiştê nakin. Ji xwe kesên ku vê tiştê dikin jî diyar e ku ne mirov in.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme