ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-12 09:00:18   *  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven der barê cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbatê re şanin xwest ku rayedar dev ji îşkenceya li cenazeyan berdin û wiha got: “Cihê vê yekê ne di edaletê de, ne wicdanê û ne jî di mirovahiyê de heye. Kesên ku ji xwe re dibêjin 'Ez mirov im' vî tiştî nakin.”   * Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de, li Qersê 23 malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, pêwendiya wan bi malbatên dixwazin piştevaniya wan bikin re hat danîn. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, got: "Ev kampanya careke din piştevaniya gelên me nîşan da."    * Derûnas Onûr Çaki, bal kişand ser texrîbatên sosyo-çandî û derûnî yê vîrûsa coronayê. Çaki, diyar kir ku têgiheke bi navê "koronofobî" daxilî jiyana mirovan bûye û got: "Nehêlin fikarên der barê vîrûsa coronayê de jiyana we kontrol bikin."    * Waniyan, piştî zivistaneke sar û dûndirêj, bi germnbûna dinyayê re dest bi kesixandina spîndarên xwe kirin.    * Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de li Şirnexê nêzî hezar malbat hatin diyarkirin. Hevserokê HDP'a Bajêr Sebahattşn Denîz, anî ziman ku ew ê bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoya zor û zehmet derkevin û got: "Heqîqeta jiyana civakiyî parvekirin e."    * Li Stenbolê dilxwazên torên piştevaniyê ji bo xebatkarên tenduristiyê yên bi xetereya Covîd-19'yê re rû bi rû ne heya niha 2 hezar sîperdank çêkirin û belav kirin.    * Muzîkjen Înceoren, anî ziman ku li Edeneyê nêzî 5 hezar kesên di sektora şahînetê de dixebitin betal mane û got: "Niha karekî me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye. Bira dewlet alîkariya muzîkjena bike."