Li cîhanê Covît-19: 106 Hezar û 347 kes mirin 2020-04-12 08:35:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li cîhanê hêjmara kesên bi vîrusa corona (Covît-19) ketin 1 mîlyon û 700 hezar derbas kir. 106 Hezar û 347 kes jî bi vîrûsê mirin. Herî zêde li DYA mirov mirin. Heta niha li DYA 19 hezar û 701 mirov mirin. Li Tirkiyeyê jî 1106 kes mirin û 52 hezar û 167 kes bi vîrûsa corona ketin.    Li welatên cîhanê hêjmara kesên bi vîrûsa corona ketin û bi vîrusê mirin 106 hezar û 347 kes derbas kir. Heta niha li tevahiya cîhanê 1 mîlyon û 700 hezar mirov bi şewşa vîrusa corona ketine. 376 hezar û 615 kesên bi vîrûsê ketin jî baş bûne. Di nava welatên cîhanê de herî zêde li DYA û Îtalya mirov mirin. DYA welatê Îtalya derbas kir û heta niha li DYA 19 hezar û 701 mirov bi Covid-19 mirin. Li bajarên mezin ên DYA ji sedî 30 hewa paqij bû. Li Tirkiyeyê jî 1106 kes mirin û 52 hezar û 167 kes bi vîrûsa corona ketin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li 30 bazarên mezin û Trabzonê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve îlan kiriye.