'Îqtîdar vîrûsê belav dike' 2020-04-11 19:05:47   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, bertek nîşanî helwesta AKP'ê ya tedbîrên li dijî virûsa corona da û diyar kirin ku îqtîdara AKP'e li şûna rê li pêş şewba vîrûsê bigirin û qeyranê bi dawî bikin, vîrûsê li nava civakê belav dikin. Hevserokan anîn ziman ku helwesta AKP'ê ne ji bo parastina tenduristiya civakê ye û wiha gotin: "AKP bi biryarên bi serê xwe distîne bê berpirsiyarî ye. AKP vê qeyrana ku gefan li gel dixwe ji bo xwe dike firsend."    Hevserokên Giştî yên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar, têkildarî armanc û rêbaza biryara Wezareta Karên Hundir a qedexeya derketina kolanan daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Buldan û Sancar, anîn ziman ku Wezareta Karên Hundir, qaşo di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa corona (Covid-19) li 30 bajaran û Zonguldakê 48 saet qedexeya derketina derve ilan kirine. Hevserokan bi sernavê "Îqdîtar qeyranê bi rêve nabe. Bi van pêkanînên xwe şewbê belavdikin" daxuyanî da û wiha got: "Îqtîtdarê li dijî şewba vîrûsa corona ku di 11'ê Adarê de li Tirkiye hatiye dîtin li gel israra Lijneya Zanyaran mehek şûnde tedbîr girtiye. Îqtîdar pêvajoyê şolî û li dijî tevlêbûna demokratîk bi rêve dibe. Bi hişmendiya yekperest vê pêvajoyê bi rêve dibe. Ev tedbîrên têne girtin jî ji berjewendiyên cemaweriyê dûr in. Li şûna gel biparêzin îqtîdara xwe diparêzin. Ji bo karibe bi şewma wisa taluke re têbikoşe divê civakê têxe navendê. Lê îqtîdarê bi tena serê xwe berpirsiyariyê digire û tenduristiya civakê dixe rîskê. AKP li şûna tenduristiya gel esas bigire, vê qeyranê ji bo xwe dike firsend. Beriya ku pêkanîna qedexeyê texe meriyetê 2 saet berê biryar dide û îlan dike. Di vê pêvajoya quralên mesayefa civakî divê esas bê girtin, bi vê biryarê rê li pêş binpekirina vê qurale vekiriye û rê li pêş talûkeyên mezin vekirine. ev yek nayê qebûlkirin.    Wezîrê Karên Hundir bi tena serê xwe ev biryar girtiye u rêvebirina welat îhlal kiriye. Îqtîdar bi vê yekê hem rêveberiye û hem jî hiqûq û zagon îhal kirine.