Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn 2020-04-11 18:10:59   MEXMÛR - Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê bi minasebeta 27'emîn salvegera wefata dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan, daxuyanî dan û got: "Dayika Uweyş li hemberî zilm, zordarî û neheqiyê tu carî serî netewand."   Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan daxuyanî da. Meclîsê li Baxçeyê Dayika Uweyş daxuyanî da. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Şaristan Dunmez daxuyanî xwend û got: “Îro 27’emîn salvegera wefata Dayika Uweyşe. Em li hemberî Dayika Uweyş bejna xwe ditewînin û minetdariya xwe nîşan didin. Dayika Uweyş di jiyana xwe de tu carî serî li hember zilm û zordarî û ne heqî ne tewand. Em wê bi minnetdarî bi bîr tînin.”